Li gorî dane û raporên ÎHDê di sala 2024an de herî kêm 26 hezar û 632 maf hatin binpêkirin. Di 2024an de girtiyên nexweş tevî rewşa xwe ya giran jî nehatin berdan. ATK raporan li gorî helwesta siyasî da. ATK raporên nexweşxaneyan qebûl nake û dema rapor tên dayin jî girtiyên nexweş bi hinceta “ewlehiyê” nayên berdan. Li gorî daneyên ÎHDê Ji 28ê Nîsana 2025a0n ve li girtîgehên Tirkiyeyê bi qasî ku tespît kirine; 161 jê jin û hezar û 521 jê zilam herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene ku rewşa 335an jê giran e. Ji van girtiyan 230 jê nikarin bi tena serê xwe bijîn, 105 jê pêdiviya wan bi alîkariyê heye, 188 girtî ji ber nexweşiyên xwe divê her tim bên kontrolkirin, 515 girtî tevî nexweşiyên xwe gotine jî; hûrgiliyên ji bo nirxandinên tune ne û 2 girtî jî hûn nebûne nexweşiyên wan çi ne lewma bi giştî nezanîne ka rewşa 517 girtiyan giran e yan na. Li gorî daneyên ÎHDê di sala 2024an de di bin sernavê mafê tenduristiyê de 5 hezar û 526 binpêkirinên mafan hatine kirin.
Dîsa li gorî raporên ÎHDê ku xwe dispêre gotina Wezareta Dadê ya 5ê Kanûna 2024an; di 11 mehên ewil ên 2024an de 709 girtiyan jiyana xwe ji dest daye. Dîsa di bersîa Wezareta Dadê ya 30ê Gulana 2025an de jî ji 2024an heta Gulana 2025an 818 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî tespîtên ÎHDê jî 55 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.
Girtiyan ceza dikin
Li gorî nûçeyên di ajansan de hatin parvekirin di rojên dawî de li gele girtîgehan girtî bi tundî, zext û dijhiqûqiyê re rû bi rû man. Li gorî nûçeyên hatin parvekirin li girtîgehên Sîncan, Bakirkoy, Boluyê mafê girtiyan hatin binpêkirin.
12 girtî ceza kirin
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven jî di nav de li 12 jinên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin, bi sedema protestokirina komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cezayê disiplînê birîn. Komplo, bi dirûşman hate protestokirin. Piştî çalakiyê, Lijneya Disiplînê ya Girtîgehê civiya û li Leyla Guven, Zelal Bîlgîn, Elîf Çetînbaş, Melîke Goksu, Saadet Akin, Selver Yildirim, Ozlem Demîr, Emîna Abîş, Rihan Kavak Ozbek û Zeliha Ustabaşê cezayên bêparhiştina ji agahîstendin û ragihandinê hate birîn. Li Fatma Aslan û Sevîm Ekînê jî ji bo 2 mehan cezayê qedexeya hevdîtina ya bi ziyaretvanan re hate dayin.
Ceza temam kir, lê dîsa girtî ne
Berdana Hevşaredara Bazîdê ya berê ya HDPê Delal Tekdemîr, Turkan Karadaşli û Mekiye Sonuk ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê girtî ne, taloqkirin. Delal Tekdemîr ku di 23yê Hezîranê de ji ber “endamtiya rêxistinê” cezayê xwe yê girtîgehê temam kir, bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji ber nebûna “nebaşhaliyê” ji bo çar mehan hat taloqkirin. Bi awayekî keyfî bi hinceta “nebaşhaliyê” berdana Tekdemîr dirêj kirin û ew serbest bernedan. Berdana Tekdemîrê bi hinceta ku “beşdarî çalakiyên werzîşê nebûye” û çendî ji zanîngehê mezûn e jî bi hinceta “beşdarî kursên xwendin-nivîsandinê nebûye” hat taloqkirin. Berdana Tekdemir dê di 25ê Cotmehê de ji nû ve were nirxandin. Parêzerê wê li dijî biryarê îtîraz kir.
Li Boluyê berdana 5 girtiyan taloq kirin
Li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê jî berdana 5 girtiyên nexweş bi awayekî keyfî taloq kirin. Lijneya Çavdêriyê ya Rêveberiya Girtîgehê, berdana 5 girtiyan bi awayekî keyfî taloq kirin. Rêveberiya girtîgehê berdana Ahmed Mustafa 5 caran, berdana Hasan Încî 4 caran, berdana Keyfo Başak 7 caran, berdana Nurettin Ataman 7 û berdana Tuncay Dogan jî 3 caran asteng kirin û dirêj kirin.
Li Duzceyê înfaza girtiyan şewitandin
Parêzer Veysel Demîrkaya, diyar kir ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê Resûl Baltaci û Sînan Tutmaz, ji ber sedema cezayê dîsîplînê infaza wan hatine şewitandin. Dîsa rayedarên girtîgeha Rihayê girtî Serhat Bûlûtê ku ji berdana wî re 4 meh mabûn, ji Girtîgeha Rihayê sewqî Girtîgeha Xarpêtê kirin.
Em ji vîna Birêz Ocalan bi hevî ne
Têkildarî mijarê Hevserokê MATUHAY-DERê Mehmet Zekî Kiliç ewil bal kişand ser avakirina Komîsoyê û wiha got: “Niha komîsyon hate avakirin. Ev erênî ye. Em wekî komeleya malbatên girtiyan vê komîsyonê erênî dibînin. Divê ev xebat ji her kesî re vekirî pêk bê. Erênî ye, lê ne bes e. Em dixwazin ev pêvajo bibe wesîleya aştiya civakî. Ji bo vê yekê divê berî her tiştî girtiyên nexweş û siyasî bêne berdan. Em ji vê pêvajoyê bi hevî ne.
Îşkenceya derûnî li girtiyan dikin
Mehmet Zekî Kiliç bal kişand ser bandora cezakirina girtiyên siyasî ya li ser pêvajoyê û wiha berdewam kir: “Em hiqûqa wan napejirînin. Lê em dixwazin tew nebe hiqûqa xwe pêk bînin. Hesta tolhildanê heye. Hewldana vînê bişkîne heye. Her roj li ser girtiyan îşkenceya derûnî pêş dixin. Her roj hevalên me yên girtî sirgûn dikin. Ev feraseta faşîzan e.”
Mehmet Zekî Kiliç bal kişand ser daneyên îşkenceya li girtiyan tê kirin û wiha pêde çû: “Mînak Fatma Tokmak li Girtîgeha Bakirkoyê ye. 25 sal in girtî ye. Li gel raporên wê yên nexweşiyê hene dîsa nayê berdan. Li girtîgeha Boluyê 5 girtiyên ku cezayê wan qediya ye, 2 caran, 3 caran û 5 caran dirêj dikin û îşkenceyê li wan dikin. Dîsa 31 girtiyên siyasî ku 30 sal in girtî ne û cezayê wan qediya ye, hinek ji wan 31 sal û hinek ji wan 32 sal girtî ne û nayên berdan. Mînak 5 girtiyên siyasî duh derxistin Lijneya Girtîgehê, lê bi awayekî keyfî dîsa cezayê wan dirêj kir. Ev rêbaza îşkenceyê ye.
Nêzîkatiya dijminantiyê nîşanî girtiyan didin
Mehmet Zekî Kiliç, destnîşan kir ku girtiyên ku 30 sal in girtî ne, bi hinceta endamên rêxistinê ne û poşman nebûne wan serbest bernadin û wiha lê zêde kir: “Dibêjin ‘Hûn poşman in?’ Nerîna Abdullah Ocalan ji bo we çi îfade dike?’ û wekî wan pirsan dipirsin. Ev nezîkatiya Lijneya Girtîgehê li dijî hiqûqê ye. Bi temamî keyfî ye. Ev 31 girtiyên siyasî li DMMEyê mafên wan ên hêviyê heye. Lê ji mafê hêviyê bêpar têne hiştin. Nêzîkatiya dijminantiyê nîşan didin.
Tenê li herêma Marmarayê 170 girtiyên ku cezayê wan qediya ne û nayên berdan hene. Gelekan ji wan li gel ku daxwazname nivîsandine jî daxwaznameyên wan negiştine cihê xwe.
Em dixwazin hikûqa xwe pêk bînin. Hewldana wan a vînê bişkîne heye. Înfaza wan dişewitînin. Wan sirgûn dikin. Hemû nêzîkatiyên girtîgehê keyfî ye û faşîzane. Divê komîsyon rewşa van girtiyan li ber çavan bigire. Li şûna bi Wezîran re hevdîtinan bike, divê bi nûnerên saziyên civakî û rêxistinên demokratîk re hevdîtinan bike. Niha li diijî girtiyan îşkenceya derûnî pêş dixin.