12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îşkenceya polîsan vegotin

Hevberdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Edanûr Îbrahîmoglû û Îbrahîm Uzun îşkenceya polîsan vegotin. Ciwan dê gilî bikin.

Malbat û parazvanên mafên mirovan li dijî dayîna cenazeyên di qutiyan de li Stenbolê di 7’ê kanûnê de daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de polîsan êriş kir û di êrişê de 46 kes bi îşkenceyê binçav kirin. Hevberdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Edanûr Îbrahîmoglû û bavê endamê HPG’ê Yilmaz Uzun ku hestiyên wî di qutiyê de radestî malbata wî hatibûn kirin Îbrahîm Uzun bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Îbrahîmoglû û Uzun ji Nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Esra Solîn Dal re axivîn û diyar kirin ku dê têkildarî tundiya li wan hatiye kirin gilî bikin.

 ‘Tecrîdê li ser tevahiya civakê belav dikin’  

Edanûr Îbrahîmoglû diyar kir ku tiştên diqewimin eleqeya xwe bi tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hene û wiha got: “Polîtîkayên tecrîd li ser tevahiya civakê belav bûne. Bi êrişan re dewlet hewl dide têkiliya rêxistinên demokratîk bi civakê re qut bike. Êriş, êdî bûne polîtîkayên îktîdarê. Lewma divê mirov li dijî van êrişan bisekine.”

Îbrahîmoglû, anî ziman ku ew êrişên li dijî cenazeyan qebûl nakin û wiha axivî: “Me xwest di vê mijarê de daxuyaniyekê bidin. Polîsan dor li me girtin û hêj me daxuyanî nedabû ku bi lêdanê em binçav kirin. Ez li erdê kaşkirin û xwestin bi berstûhka min, min bixeniqînin. Piştre jî serê min li wesayîtê xistin û pêhnek li çavê min dan. Li nexweşxaneyê bi kelemçeya ji pişt ve ez birim odeya tedawiyê. Min rapora derbkirinê wergirt. Ji ber tundiya hatiye kirin ez ê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û dozgeriyê gilî bikim. Îktîdar, ji civaka birêxistinkirî ditirse. Lê em ê serî li ber zextan netewînin. Em ê xwedî li cenazeyên xwe derkevin. Heta ku em armanca xwe ya civaka azad pêk tînin jî dê têkoşîna xwe bidomînin.”

Îbrahîm Uzun ku kurê wî Yilmaz Uzun (Tolhildan Tekman) di sala 2020’an de li Sêrtê di encama êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest da û rayedarên dewletê hestiyên wî di qutiyekê de radestî wî kirin, polîsan êrîşî wî jî kirin û piyê wî birîndar kirin. Uzun, da zanîn ku rapora derbkirinê wergirtiye û ev tişt anî ziman: “Di binçavkirinê de gelek caran serê min li wesayîtê xistin. Di wê navberê de hinek polîsan jî li lingê min dixistin. Têkildarî vê min li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hamîdiye Etfal a Şîşliyê rapora derbkirinê wergirt. Ez ê giliyê êrişkaran bikim. Heke em li welatekî demokratîk bin, wê demê xwepêşandan mafekî demokratîk e. Tekane daxwazeke min ji gelê me heye; ew jî yekitî ye. Heke em nebin yek dê her tim bi êrişên wiha re rû bi rû bimînin.”