Li gorî nûçeya nûçegihana ajansda Mezopotamyayê Eylem Akdag, çar endamên malbata Yalavûz ku li mezraya Metmûr a navçeya Licê ya Amedê şivantî dikirin, rastî îşkenceya leşkeran hatin. Bûyer di 3’yê hezîranê de pêk hat û bikarhinêrê TîkTok’yê bi navê “Uzman Çavuş Komutan Berk” li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bi sernavê “Tolhildan” parve kir. Bi parvekirina dîmen re jî bûyer derket holê. Ji welatiyên rastî îşkenceyê hatin Hanîfî Yalavuz serî li Baroya Amedê da û têkildarî bûyerê serlêdana sûc kir.
Endamê Komîsyona Têkoşîna li Dijî Îşkenceyê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Yakup Guven û Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr, têkildarî îşkenceyên polîs û leşkeran û polîtîkaya necezakirinê axivîn.
2 saetên destkelemçekirî hatin hiştin
Ozdemîr, da zanîn ku têkildarî îşkenceya li mezraya Metmûrê serlêdana sûc kirine û wiha got: “Di şeva 3’yê hezîranê saet derdora 03.00’an de dengê çekê tê bihîstin. Li ser vê yekê jî şivanên gund bi rêya keyayê gund agahiyê didin qereqolê. Şivan dixwazin têkildarî vî dengê çekê agahî bidin qereqolê. Polîsên tîmên taybet ên ji qereqolê hatin ji ewil xwe nêzî konekî welatiyan dikin. Li wir tundiya fîzîkî li welatiyan dikin. Heqaretê lê dikin, ji pişt ve kelemçe dikin û pêdevî li erdê dirêj dikin. Piştre jî ji bo welatiyên di kona din de banga ‘teslîm bibin’ dikin. Bi awayekî hişk ser wan digerin, tundiya fîzîkî û devkî lê dikin, bi qasî 2 saetan ji pişt ve destkelemçekirî dihêlin. Ji azadiya xwe bêpar tên hiştin. Di heman demê de gefên kuştinê lê tên xwarin.”
Necezekirin
Bi domdarî Ozdemîr anî ziman ku di bûyerên wiha yên hêzên ewlekariyê de lêpirsîneke baş nayê kirin û wiha pê de çû: “Demek piştre darizandin bêbandor dibe, bi usûlên ku faîlan diparêzin dikevin derê û gelemperî bi biryarên beraet û neşopandinê bi dawî dibin. Li gorî peymanên navneteweyî ku Tirkiye jî aliyekî wan e û destûra bingehîn, îşkence û miameleya xerab qedexe ye û divê pêvajoya darizandinê bidome, faîl bên tespîtkirin û cezakirin. Lê mîna bûyerên din, di vê bûyerê de jî polîtîkaya necezakirinê rê li ber pêvajoya darizandinê digire. Heke faîl hêzên ewlekariyê bin, bûyer weke birîndarkirina sivik tê nirxandin. Weke Baroya Amedê em ê van dosyayên ku faîlên wan leşker û polîs jinêz ve bişopînin û têkoşîna xwe bidomînin. Me ji ber vê bûyerê bi sedemên ‘Kes ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin’, ‘ Bi zanebûn birîndar kiriye’, ‘sûcê îşkenceyê’ û ‘heqaret û gefxwarin’ serlêdana sûc kir. Me xwest ku faîlên vî sûcî bên tespîtkirin û darizandin. Em ê vê serlêdanê jinêzve bişopînin û ji bo darizandina faîlan têbikoşin.”
Neçareserkirina pirsgirêka kurd
Parêzer Yakup Guven jî anî ziman ku ji ber israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de, bûyerên îşkenceyê roj bi roj zêdetir dibin û wiha domand: “Polîtîkaya ‘ewlekariyê’, li herêmê rê li ber binpêkirinan vedike. Di dema van binpêkirinan de îşkence û miameleya xerab zêde tê kirin. Em dibin şahid ku li girtîgehan, di dema binçavkirinê de û hwd. em dibin şahidên gelek bûyerên îşkenceyê. Faîlên van bûyeran bi sala ye bi rêya polîtîkaya necezakirinê tên parastin. Dozgerî gelemperî delîlan kom nake, dîmenan kom nake yan jî lêpirsîneke baş nake. Lewma jî doz bi beraetê biencam dibin. Lê di bûyera Licê de endamê hêzên ewlekariyê bi xwe dîmen parve kiriye. Bi navê ‘tolhildanê’ parve kiriye. Divê jê were pirsîn bê ka ji welatiyên kurd ên sivîl tola çi dihilîne. Ev bûyera îşkenceyê, li dijî peymanên navneteweyî ye, ber dembihûrînê nakeve û bi tu awayî nayê qebûlkirin.”
‘Tezahûra bi dehan sala ye’
Guven, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Van dîmenên îşkenceyê bi sernavê ‘tolhildan’ parve dike. Ev jî nîşan dide ku ji polîtîkaya necezakirinê cisaretê digirin. Dizanin ku pergal dê wan biparêze. Ev baweriya wan, tezahûra pratîka bi dehan sala ye. Êdî xwe ji teşhîskirina xwe jî nadin paş. Bi vê baweriyê bi raya giştî re parve dikin. Mixabin asta pergala necezakirinê, rê li ber bêperwatiyeke wiha mezin vekiriye. Bûyerên îşkence û miameleya xerab sal bi sal zêdetir dibin. Di sala 2022’yan de herî kêm 15 welatî li cihên binçavkirinê, 115 li derveyî welat li derveyî cihên binçavkirinê û 42 jî li girtîgehan rastî îşkence û miameleya xerab hatin. Neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkaya ewlekariyê kir ku binpêkirin roj bi roj zêdetir bibin. Ne welatiyên rastî îşkence û miameleya xerab tên û ne jî malbatên wan baweriya xwe bi darazê nayînin. Tevî vê rewşa neyînî jî divê têkoşîna hiqûqê were domandin. Îşkence nakeve ber demborînê. Heke îro nebe jî sibe teqez dê faîl bên darizandin. Em bibawerin ku ev faîl dê bi saya têkoşîna me li pêşberî darazê hesabê bidin.”