Maçên Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbula Tirkiyeyê (TFF) di hefteya 17emîn de berdewam dikin. Îro maçek gelek krîtîk heye. Maça Amedsporê û Bandirmasporê heye û dê saet di 19.00an de pêk were. Her du tîm li Stada Tahîr Elçî ya Amedê tên hemberî hev. Halêhazir Amedspor xwedî 32 puana ye û di rêza duyemîn de cih digire. Her wiha Pendîkspor jî xwedî 32 puana ye û di rêza yekemîn de cih digire. Ji ber ku avareja Pendîksporê zêde ye di rêza yekemîn de cih digire.
Ev maç çima ji bo Amedsporê krîtîk e û dê ji bo zîrveyê derkeve sehayê. Çima krîtîk e, çimkî heke Pendîkspor li hemberî Igdirsporê têk biçe û heke Amedspor jî li hemberî Bandirmasporê bi ser bikeve dê derkeve rêza yekemîn û puanê xwe bike 35.
Heta niha nêzî 20 hezar bilêtên maçê hatine firotin û alîgirên Amedsporê li benda serkeftina tîma xwe ye.
Alîgir xwe bi dirûşm û coşa her demê xwe ji bo maça êvarê amade dikin.
Amedsporê nava hefteyê gelek dîmen û wêneyan belav kir û ev bang li alîgirên xwe kir: “De Amed, Were Maçê!”
