13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îro welatên Yekitiya Ewropayê li Kîevê dicivin

Îro paytexta Ukraynayê Kîev mazûvaniya lûtkeya di navbera Ukrayna û Yekîtiya Ewropayê de dike. Her wiha di vê demê de operasyona Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê dikeve sala xwe ya duyemîn

Îro paytexta Ukraynayê Kîev mazûvaniya lûtkeya di navbera Ukrayna û Yekîtiya Ewropayê de dike. Her wiha di vê demê de operasyona Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê dikeve sala xwe ya duyemîn .

Tê texmînkirin ku di vê lûtkeyê de li ser çend  dosyayên girîng were rawestandin. Di serî de mijara pejirandina piştgiriya bêsînor a ji bo Ukraynayê û ragihandina cezayên zêdetir li dijî Moskovayê.

Hêjayî gotinê ye ku Ukraynayê di dawiya hezîrana borî de statûya berendamtiya Yekîtiya Ewropayê bi dest xist, her wiha Ukraynayê hêvî dike ku di demeke nêz de tevli vê blokê bibe bi taybetî piştî şerê ku Rûsyayê di sibata sala borî de li dijî vî welatî dabû destpêkirin.

Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye ku ev civîn di demeke wiha de pêk tê ku amadekariyên Rûsyayê ên şerekî dijwar tê kirin û ji aliyekî din ve jî Amerîka û welatên Ewropayê soza alîkariyên leşkerî û çekên giran bi Ukraynayê re didin.