2 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

IRNA: Di êrîşên Îsraîlê de 935 kes mirin

Ajansa Nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê ragihand ku di şerê Îran û Îsraîlê yê 12 rojan de 935 kesan jiyana xwe ji dest dane ku ji van 132 jin in û 38 jî zarok in.

Şerê Îran û Îsraîlê ku bi êrîşên Îsraîlê dest pê kir di navbera 13-24ê Hezîranê de 12 rojan berdewam kir û bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi lihevkirina agirbestê bi dawî bû.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê ragihand ku di şerê Îran û Îsraîlê yê 12 rojan de 935 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ajans vê nûçeya xwe dispêre daxuyana Berdebkê Darazê Asgar Cihangir û got: Di şerê 12 rojan de ku rejîma Siyonîst li hemberî welatê me da destpêkirin, heya niha 935 şehîd hatine tespîtkirin. Hate ragihandin ku ji van 132 kes jin in û 38 kes jî zarok in.

Li gorî nûçeya Reutersê leşkerekî Îsraîlî di daxuyaniyeke xwe roja Înê de gotiye ku bi armanca derblêxistineke giran a hewldanên Îranê yên têkildarî nukleerê zêdetirî 30 rayedarên leşkerî yên payebilind û 11 zanyarên nukleerê yên payebilin hatin kuştin.

Rayedarê ewlehiyê diyar kir ku êrîşa yekem zirareke mezin daye pergala parastina hewayî û di saetên ewil ên şer û pevçûnan de kapasîteya Îranê ya bersivdayinê hatiye têkbirin.

Li gorî heman kesî hêzên hewayî yên Îsraîlê zêdetirî 900 hedefan xistine û hilberîna moşekan a Îranê zirareke mezin dîtiye.

Rayedarê ewlehiyê got: Projeya nukleerê ya Îranê derbeyeke mezin xwar: kapasîteya rejîmê ya dewlemendkirina ûranyûmê ya bi qasî ji sedî 90î  ji bo demeke dirêj hate bêbandorkirin. Navenda hilberîna çekên nukleerî jî hate bêbandorkirin.