Wezareta Karê Hindir ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan dest danîne ser 11 cihên neft derxistinê, 850 hezar lître neft û 24 wesayîtan.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku operasyonên hêzên wan yên dijî qaçaxçitiya neftê dewam dikin. Di daxuyaniyê de behsa wan cihên hatine desteserkirin ên ku neft lê dihat derxistin, nehate kirin.