Hêzên Îranê, duh ji serê sibehê ve li herêma Kosalanê ya bajarê Merîwanê, êrîşên hêzên Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) dikin. Fermandariya YRK’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku tevî hêzên wan li Rojhilatê Kurdistanê di pozîsiyona parastina rewa de ne jî hêzên rejîma Îranê bi rengên curbecur li dijî hêzên wê dest bi êrîşan kirine.
Di berdewamê de YRK’ê, destnîşan kir ku hêzên wan bi armanca xweparastinê li hemberî hêzên rejîmê çalakiyeke sekvaniyê pêk anîne û serbazekê Îranê kuştine û tevgera hêzên rejîmê ya li herêmê berdewam dike.