20 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê ji heman malbatê 3 kes binçav kir

Li bajarê Urmiye yê rojhilatê Kurdistanê ji heman malbatê 3 kes ji aliyê hêzên Îstixbarata Îranê ve hatin binçavkirin.

Zextên dewleta Îranê yên li ser kurdan dewam dikin, li gorî Rêxistina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, li bajarê Urmiye yê rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îstixbarata Îranê avêtine ser binemala Rustemî û 3 endamên malbatê binçav kirine.

Tê gotin ku di encama serdegirtina malê de, Sofî Rustemî bi hevjîna xwe ya bi navê Zeyneb Yusuf Pur û keça xwe ya bi navê Şîlan Rustemî re hatine binçavkirin.

Hat gotin ku her 3 kes jî bêyî biryara dadwer, bi êşkenceyê hatine binçavkirin. Hate ragihandin ku heya niha jî rê nedane parêzer û malbat biçin serdana binçavkiriyan û ti agahî ji wan nayê girtin.

Rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku di serî de Urmiye li seranserî rojhilatê Kurdistanê di demên dawî de zext û binçavkirin zêde bûne û bang li dewleta Îranê hat kirin ku dawî li kiryarên xwe yên kêfî bîne.