24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê ji bo bavê Jîna Emîniyê biryara binçavkirinê da

Bavê Jîna Emînî, Emced Emînî diyar kir ku bi hinceta li dijî cezayê îdamê peyam weşandiye, der barê wî de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.

Bavê Jîna Emînî ya ku di 16ê îlona 2022yan de ji aliyê “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve bi îşkenceyê hat kuştin û bû çirûska Şoreşa “Jin Jiyan Azadî”, Emced Emînî têkildarî vexwendina wî ya ji bo dadgeha Îranê de li ser rupela xwe ya înstagramê agahiyek belav kir.

Emced Emînî diyar kir ku roja înê (24ê çileyê) ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Seqîzê ve dosyayek bi tometa “propagandaya li dijî dewletê” û “belavkirina mijarên derew” li dijî wî hat vekirin. Li ser vê yekê Emced Emînî ji bo dadgehê hat bangkirin û biryara binçavkirinê der barê wî de hat dayîn.

Hat zanîn ku Emced Emînî ji ber peyamek li dijî cezayê îdamê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn weşandiye, ev biryar der barê wî de hatiye dayîn.