12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê gefa tolhildanê li Israîlê kir

Serokkomarê Îranê der barê kuştina Îsmaîl Heniye de got; “Wê Komara Îslamî ya Îranê serweriya ax, keramet û şerefeta welatê xwe biparêze û terorîstan ji karê wan yê tirsonek, poşman bike.”

Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye, li Tehranê li mala ku lê dima bi êrîşeke çekdarî hate kuştin. Hat ragihandin ku di êrîşê de parêzvaneke Heniye jî jiyana xwe ji dest daye.

Tevgera Hamasê jî piştrast kir ku Îsmaîl Heniye vê sibehê li paytexta Îranê Tehranê di êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest daye.

Der barê bûyerê de ji serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî daxuyaniyek hat. Mesûd Pizîşkiyan di daxuyaniya xwe de got; “Îro Îran di şîna hevalê xwe Îsmaîl Heniye de ye. Wê peywendiyên Îran û Filistînê ji dema berê xurtir bibin. Wê Komara Îslamî ya Îranê serweriya ax, keramet û şerefeta welatê xwe biparêze û terorîstan ji karê wan yê tirsonek, poşman bike.”