28 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê di meheke de 71 kesan darve kir

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê meha tîrmehê 71 kes hatine darvekirin. Tê gotin zextên tund li ya ser çalakvanên siyasî zêde bûye.

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji hêla girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 77emîn de, daxuyaniyek nû der barê darvekirinan de belav kir.

Li gorî daxuyaniyê ji serê vê mehê heta niha (tîrmeh) 71 kes li rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekiin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku zextek mezin li ser çalakvanên siyasî û endamên girtî yên pêngava ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ tê kirin. Herwiha gef û binçavkirina xizmên endamên pêngavê dewam dikin.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Hikûmet dixwaze tirsê belav bike, gulebarandina ser zaroka biçûk a bi navê Reha Şêx tenê mînakek ji vê hovitiyê ye. Hikûmet dixwaze bi vê rêyê tirsê belav bike û nerazîbûnan, azadî û rûmeta mirovan bêdeng bike. Nabe hikûmet jiyana xelkê ji holê rake û mafên bingehîn yên tometbaran aşkere binpê dike. Dengê me yê ‘Na ji darvekirinan re’ wê heta ku darvekirinên li rojhilatê Kurdistan û Îranê werin rawestandin dewam bike.”

Hêjayî gotinê ye di 9ê kanûna 2023yan de kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ji aliyê girtiyên siyasî ve ji bo ku dengê azadîxwazan li dijî cezayê darvekirinê derbixînin hat destpêkirin. Hemû girtiyên kurd û îranî tev li kampanyayê bûne û her roja sêşemê greva birçîbûnê digirin.