Rêxistina Kanûna Mafê Mirov a Îranê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di meha îlonê de rejîma Îranê nêzî 150 welatiyên di girtîgehan de bi darve kirine. Rêxistina Mafên mirovan da zanîn ku ji kesên hatine darvekirin 5 kes ji wan jin in. 2 kesên hatine darvekirin jî, li pêş çavên gel hatine darvekirin.
Li welatê cîhanê yek ji welatê herî zêde mirov lê têne darvekirin Îran e. Rejîma Îran di nava welatên cîhanê de, welatê herî zêde cezayê darvekirinê xistiye meryetê. Li gor rapora salane ya saziyên navneteweyî, Îranê ji sedî 75’ê cezayên darvekirinê yên sala borî bicih aniye. Rejîma Îranê cezayê darvekirinê wek amrazekî ji bo bêdengkirin û tirsandina civak û dengên nerazî bikartîne.