9 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê di 2 rojan de 76 kes bi dar ve kir

Kampanya Na ji Cezayê Darvekirinê re ya Rojên Sêşemê ragihand ku Îranê di nava du rojên dawî de 76 kes darve kir.

Di daxuyaniya ji aliyê kampanyayê ve hatî dayîn de ev tişt hat gotin: “Makîneya darvekirinê ya rejîmê xebatên xwe bi lez didomîne.” Di daxuyaniyê de agahiya ku tenê di 2 rojên meha Mijdarê de li seranserê girtîgehên welat 76 kes hatine darvekirin, parve kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku cezayên darvekirinê bi taybetî piştî biryara greva birçîbûnê bi lez bûye.

Di daxuyaniyê de îşaret bi daxuyaniyê nûnerên Neteweyên Yekbûyî kir û hişyariya wan a li Îranê ‘Mafê jiyanê bi awayek cîdî tê binpêkirin’ û ‘darvekirinên veşartî zêde bûye’ bibîr xist. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê çalakiyên xwe li seranserê girtîgehên welat bidomînin û banga ‘Bêdeng nebin’ li raya giştî hat kirin.