24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê cezayê darvekirinê da Şerîfe Mihemedî

Hat ragihandin ku di qonaxa dubare darizandinê de ji aliyê desthilata Îranê ve cezayê darvekirinê ji bo Şerîfe Mihemedî hat pejirandin.

Kampanya ji bo Parastina Şerîfe Mihemedî li ser medya dijîtal ragihand ku di 13ê mehê de carek din cezayê darvekirinê li girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hatiye birîn.

Hat diyarkirin di qonaxa dubare darizandinê de ji aliyê serokê Liqa 2yem a Dadgeha Şoreşê ya Reşit, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hatiye pejirandin.

Hêjayî gotinêye ku çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di kanuna 2023yan de bi hinceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4ê tîrmeha 2024an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12ê cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin.