3 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê bersiv da Trump

Şêwirmendê lîderê olî yê Îranê Alî Larîjanî têkildarî hişyariya Serokê DYAyê Donald Trump a li ser çalakiyên protestoyî, bi heman rengî bersiveke bi 'hişyarkirinê' da.

Çalakiyên ku roja yekşemê li Tehranê destpê kir û ewilî têkildarî maliyeta jiyanê ya bilind bû, bi daxwazên azadiyê veguherî çalakiyên ji bo daxwazên siyasî yên berfireh. Li gorî medya xwecihî, heta niha 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Çalakiyên şermezarkirinê li dehan bajaran têne lidarxistin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li ser medyaya dijîtal Truth Socialê daxuyaniyek da û got: “Eger Îran guleyan berde ser xwepêşanderên aştîxwaz û wan bi tundiyê bikuje wê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê were alîkariya wan. Em amade ne, çekên me hene û em amade ne mudaxeleyê bikin.”

Serokê meqama ewlekariyê ya herî bilind a Îranê Alî Larîjanî got: “Divê Trump zanibe ku destwerdana Amerîkayê ya li vê meseleya navxweyî wê bê wateya tevlîhevkirina tevahiya herêmê û zerardayina li berjewendiyên Amerîkayê.” Larîjanî li ser Xê got: “Bila haya xwe ji leşkerên xwe hebe.”