Li Îranê xwepêşandanên ku ji aliyê esnafên Sûka Tehranê ve yên li dijî kêmbûna nirxê riyalê ya li hemberî dowîzê û zêdebûna buhayê tiştan hate destpêkirin, li seranserê welêt belav bû. Xwepêşandan li bazara telefonên berîka dest pê kir, piştre belavî bajarên weke Karac, Şîraz, Îsfehan, Meşhed, Kirman û Keşmê bû û di rojên dawî de li zanîngehan jî xwepêşandan tên lidarxistin.
Piştî ku li zanîngehan jî xwepêşandan hatin lidarxistin Serkkomarê Îranê Mesut Pezeşkiyan duh daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku zanîngeh û saziyên dewletê bi hinceta “teserûfa enerjiyê” demkî hatine girtin. Li Îranê enflasyon gihîştiye ji sedî 52yan û riyal li hemberî dolarî daketiye asta milyonek û 400 hezarî.
Navên kesên ku di xwepêşandanên ku ev heft rojin berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin. Li gorî vê yekê; li bajarê Fuladşehir ê Îsfahanê Daryuş Ansarî Bahtiyarvend (37), li bajarê Kuhdeşt ê Lorestanê Emir Hesam Hudayariferd (22), li bajarê Eznayê Şayan Esedullahi (28) û Mustafa Fallahi (15), li Çarmahal û Lordegana girêdayî Bextiyariyê Ahmed Celil (21) û Seccad Valameneş Zilayi (28) û li bajarê Mervdeşt ê girêdayî eyaleta Fars jî Xodadad Şirvani jiyana xwe ji dest dane.
Tê gotin ku dibe hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibin û hate ragihandin ku di çarçoveya xwepêşandanan de heta niha 29 welatî hatine binçavirin.
Di xwepêşandanan de li gel daxwazên aborî li dijî zexta polîtîk a li welêt zêde dibe jî nerazîbûn hatin nîşandan. Hate ragihandin ku dirûşmeyên di pêvajoya “Jin, Jiyan, Azadî” ya piştî qetilkirina Jîna Emînî hatin destpêkirin de yên weke “Ji dîktatorî re mirin”, “Netirsin em hemû bi hev re ne” û “Ne Xeza ne Lûbnan ez ê xwe ji bo Îranê feda bikim” di xwepêşandanan de hatine berzkirin.
Hêjayî gotinêye ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) Donald Trump hişyarî da ku eger li dijî xwepêşandanên li Îranê tundî were bikaranîn ew amade ne ku mudaxile bikin. Trump got: “Eger Îran guleyan berde ser xwepêşanderên aştîxwaz û wan bi tundiyê bikuje, wê DYA were alîkariya wan. Em amade ne, çekên me hene û em amade ne mudaxileyê bikin.”
