16 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê 5 girtiyên siyasî darvekir

Dadgeriya Îranê 5 kes bi darve kirin ku bi endametiya komên sunnî yên qedexekirî dihatin sûcdarkirin. Rejîma Îranê ji destpêka salê ve herî kêm 245 kes bi dar ve kirine.

Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan Îranê (ÎHR) de ku navenda wê li Norwecê ye, hate ragihandin ku îro li girtîgeha Vakîlabad a li bajarê Meşhed ê Îranê, 5 kes bêyî ku agahî ji malbatên wan re bê dayîn an jî destûra serdana dawîn bê dayîn, hatine darvekirin.

Dîrektorê ÎHRê Mahmood Amiry Moghaddam 5 kesên hatin darvekirin wek mehkûmên siyasî pênase kir û got: “Îşkence li van mehkûman hate kirin û bi rengekî ne adil hatin darizandin û bi cezayê kuştinê hatin mehkûmkirin.”

Li gorî daxuyaniyê, 4 ji van kesan endamên civateke misilman a sunnî bûn ku li Komara Îslamî ya Îranê hindikahî ye. Hate ragihandin ku kesê din jî ji mezheba şîe bû.

Îran li cîhanê piştî Çînê welatê sereke ye ku cezayê darvekirinê herî zêde pêk tîne. Li gorî ÎHRê ji destpêka salê û vir ve herî kêm 245 kes hatin darvekirin. ÎHRê diyar kir ku hejmara înfazan bi rengekî bi guman zêde bûye.