2 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Îran wê fêm bike bê şoreşa me tê çi wateyê’

Serhildana jinan hêz û bingeha xwe ji felsefeya Rêber Ocalan a ‘Jin Jiyan Azadî’ girt. Tişta ku berê piranî kes nekarîn xeyal bikin jî, Rêber Ocalan vê hingê bi nav kir û nexşereya vê jî diyar kir.

Jin Jiyan Azadî, felsefeya Rêber Ocalan a ji bo azadiya jinê di serî de ji bo jinên kurd û pê re ji bo jinên tevahî cîhanê bûye nexşerê. Bi pêşengtiya şoreşgerên jin, şagirtên Rêber Ocalan re, ji bo azadiya jinê bi salan e têkoşînek bêhempa tê meşandin. Sala 1998’an Rêber Ocalan, bîrdoziya azadiya jin bi nav kir û bi vî awayî xiste rojeva sereke ya tevgera azadiya jinê. Bi dehan destketî di encama bîrdoziya azadiyê jinê û têkoşîna vê de, bi destê jinan û pê re bi tevahî civakê ketin. Lê ya herî zêde derdikeve pêş, yekitiya jinan ji bo mafê xwe yê bingehîn e. Dema ‘Jin Jiyan Azadî’ beriya bi 2 salan li kolanên rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi yekdengî ji aliyê hezaran jinan ve hat qîrkirin, dîmenê têkoşîna jinan a sedsala 20’emîn hat ber çave min û tişta ku min hingî fikrî ev bû ku îro ev pêl, qat bi qat mezintir bûn. Bi milyonan jinên li tevahiya cîhanê, ji bo mafê jinan û ji bo azadiyê bûne yek beden. Serhildana jinan hêza xwe, bingeha xwe ji felsefeya Rêber Ocalan a ‘Jin Jiyan Azadî’ girt. Tişta ku berê piranî kes nekarîn xeyal bikin jî, Rêber Ocalan vê hingê bi nav kir û nexşereya vê jî diyar kir. Rêber Ocalan gotibû ku wê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinê. Jin jî xwedî li vê tespîtê derketin û li hêviya çirûskekê man, an jî mirov bêje li hêviya dilopa dawî man.

Ev çirûsk jî di şexsê jinên rojhilatê Kurdistanê de derket û bû sedema agirê serhildanê. Navê vê serhildanê kirin Jîna Emînî. Jîna, jinekê kurd a ji bajarê Seqizê bû. Polîsên Îranê bi hinceta ku xwe rast nepêçaye wê binçav kirin û bi îşkenceyê qetil kirin.

Serhildana jinan rûpoşê Îranê xist

Bi hezaran jinên weke Jîna beriya niha bi vî awayî hatin binçavkirin û zext li wan hate kirin, tevî hemû nerazîbûnan jî hêzên Îranê tundûtijiyek mezin li jinan dikin. Beriya Jîna jî bi vî awayî bû û piştî Jîna jî bi vî awayî dewam dike. Lê ferqek mezin heye. Dengê jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê wisa lê anî ku êdî çavê tevahî cîhanê li kiryarên rejîma Îranê zivirî. Rejîma Îranê bi serhildana jinan re rûbirû ma û nekarî pêşiya vê bigire. Ji bo tepisandina dengê jinan, hîn zêdetir zext û şîdetê bi kar anî. Hîn zêdetir rûye xwe yê rast derxist der. Hîn zêdetir nîşan da ku mafê jin û jiyanê binpê dike. Li beramberî vê jî di asta herî jor de, dengê jinan zêdetir bû. Di asta herî jor de, di serî de jin xwe bi rêxistinkirin û diyar kirin ku ew ê, rejîma Îranê çi bike bila bike jî serê xwe li beramberî wan kiryaran netewînin. Rojevek bêsînor di dora serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ de vebû. Ji hunermend, heta nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û çalakvanên tevahiya cîhanê çav û guhê xwe li serhildana jinê vekirin. Rejîma Îranê li beramberî vê dest bi pêla, girtin, astengkirina derketina welat, îşkence, qetilkirin û şîdeta her awayî kir. Bi dehan stran hatin çêkirin, bi dehan wêne, grafîtî, karîkatur û her wekî din hatin xêzkirin, bi dehan helbest û nivîs hatin nivîsandin. Civak bi zimanê civakê, deng li hev kir û berpirsyariya hev bi bîr xist. Ev bû sedem ku ji Rojhilata Navîn heta, Ewropa, Emerîka, Asya, li her derê navê Jîna hat bihîstin. Di şexsê Jîna de êdî neqebûlkirina kiryarên rejîma Îranê derket der û ev du salin dengê civakê bi pêşengtiya jin naye qutkirin. Bi piştgirî û xwedîderketinek mezin jin, jiyan azadî rê li ber bi encambûna tespîta Rêber Ocalan ya ‘sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinê’ vekir û wisa diyar e ku ew ê bi vî awayî jî bi encam bibe. Eger îro li tevahiya cîhanê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ tê berzkirin sedema vê yekê ne ev e ku fonetîka vê dirûşmeyê ji jinan re xweş tê. Sedema vê ew e ku jin di vê dirûşmeyê de ruhê têkoşînê û yekîtiyê dibînin.

Hêza hevpar serhildan xurt kir

Li aliyekê dibe ku rejîma Îranê bi vî awayî şîdetê li dijî jin û di şexsê jinê de tevahî civakê bike, li aliyê din jî dewletên din jê kêmtir namînin. Jinên ku keziyên xwe jêkirin û kirin sembola serhildanê, vê yekê diyariya têkoşîna hemû jinan kirin. Jinan lawaziyên desthilatdaran raxist ber çavan û hêza xwe ya hevpar nîşan dan. Jinên azadîxwaz bi cezayên giran ên girtîgehê hatin mehkûmkirin. Zeyneb Celaliyan yekane girtiya siyasî ya jin li Îranê ye ku bi cezayê heta hetayê hatiye mehkûmkirin û 17 sal in di girtîgehê de ye. Gelek caran îşkenceya fîzîkî û derûnî lê hatiye kirin. Bi heman awayî bi dehan jinên ku tevlî serhildanên rojhilatê Kurdistanê û Îranê bûne hatin girtin û tê xwestin werin darvekirin. Darvekirin û girtinên di sala borî de, tirsa rejîma Îranê raber dikin, tirsa ji hêza jinan.

Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê KJAR’ê bi rasthatina salvegera 2’emîn a şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ daxuyaniyek weşand û şehîdên şoreşê bi bîr anî. KJAR’ê bang li hemû jinan kir ku careke din nîşan bidin ku jin û ciwan weke du dînamîkên civakê bikaribin bi çi awayî bibin sedema guhertinan û got ‘’Di salvegera vê şoreşa mezin a civakî de li qadan bibin yek”

Jinan Rojhilat jî weke bersiva vê bangê helwesta xwe ya domandina grevê nîşan dan û gotin ‘’Erka me ye em tekoşînê bilind bikin û di rêya şehîdan de bimeşin.Di vê salvegerê de em ê nîşanî Komara Îslamî bidin ku têkoşîn û şoreşa me tê çi wateyê.’’

Me beriya niha jî pir aşkere dît ku şoreşa jinê tê çi wateyê, di salvegera duyemîn de jî jinan helwestek xurt nîşan da, bi vî awayî jî carek din em dibînin ku jin pêşengtiya civakê dikin û eger em nebînin jî ka me beriya niha behsa jineriyê kir, enerjiya hevpar a jinê wê di vê salvegerê de rengek çawa derxîne pêş, em ê hemû bi hev re karibin wê hîs bikin.