Şerê Îran-Îsraîlê di roja 12’an de bi agirbestê biencam bû. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li ser platforma Truth Socialê daxuyaniyek da û îdia kir ku Îsraîl û Îranê li ser agirbesteke ji bo 12 saetan li hev kirine. Trump anî ziman ku agirbest wê di nava 6 saetan de dest pê bike û bi vê pêvajoyê re wê şerê 12 rojan bi dawî bibe.
Trump di parvekirina xwe de got: “Li her kesî pîroz be! Îsraîl û Îranê li hev kirin ku agirbesteke topyekûn û tam ragihînin ku wê piştî 6 saetan dest pê bike û 12 saetan dewam bike. Di vê nuqteyê de wê weke ku şer qediya be bê qebûlkirin.”
Trump cih neda detayên teknîkî yên agirbestê û diyar kir ku Îran wê agirbestê bide destpêkirin û piştî 12 saetan wê Îsraîl jî tevlî vê pêvajoyê bibe, bi vî rengî wê şer bi rengekî fermî bi dawî bibe. Trump diyar kir ku eger pêvajo bi rengekî serketî temam bibe wê alî bi rengekî ‘aştiyane û hurmet’ tevbigerin û her du welat ji ber nîşandana “wêrekî û aqiliyê” pîroz kir.
Bersiva Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî jî diyar kir ku bi Îsraîlê re hêj tu agirbest nehatine kirin û got: “Ji bo agirbestê û sekinandina operasyonên leşkerî tu lihevkirineke nîne. Lê heke Îsraîl herî dereng heta serê sibehê saet 04.00ê êrişkariya xwe ya lijî rejîma Îranê û gelê wê bide sekinandin, ji vê saetê şûnde inyeta me nîne em bersivdayînê bidomînin. Wekî me gelek caran gotiye, şer ne Îranê lê Îsraîlê daye destpêkirin.” Arakçî got ku dê biryara dawî ya ji bo sekinandina operasyonên leşkerî piştre were dayin.
Îsraîlê jî agirbest qebûl kir
Li aliyê din jî Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu bi daxuyaniyekê got “gefa li dijî hebûna me ji holê rabûye” û got ku dê li dijî Îranê tu êrişên din nekin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wan pêşniyara agirbestê ya Trump qebûl kiriye.
Rayedarekî Îsraîlî jî ji malpera înternetê ya Îsraîlê Wallayê re axivî û got: “Trump agirbestek ragihand. Heke hemû alî pê bikin, dê agirbest derbasdar be.”