12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran piştî 9 salan li Erebistana Siûdî balyozxaneya xwe vedike

Îranê, bi daxuyaniyekê ragihand ku wê sibê li paytex Riyadê balyozxaneya xwe ya Erebistana Siûdî vebike. Wê Îran bi balyozxaneyê re konsolosxane û ofîsên xwe yên li Cedde û bajarên din jî veke.

Nermkirina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Îran û Erebistana Siûdî berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de Îran biryar da ku piştî 9 salan careke din balyozxaneya xwe ya li paytext Riyad û konsolosxane û ofîsên xwe yên li Cedde û bajarên din Erebistana Siûdî veke.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî der barê mijarê de daxuyaniyeke binivîskî da û ev tişt got: “Ji bo temamkirina proseya cîbicîkirina rêkeftinên dualî yên ku di çarçoveya vegerandina peywendiyên Îran û Erebistana Siûdî de hatine kirin, Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Riyadê, Serkonsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Ceddeyê û Nûnertiya Daîmî ya Îranê ya Rêxistina Hevkariya Îslamî dê di 6-7ê Hezîranê de bi awayekî fermî werin vekirin.”

Di 2’ê çileya 2016’an de li Erebistana Siûdî 47 kes ku di nav wan de meleyê Şîe Nimr el-Nimr jî hebû, bi tawana “terorîzmê” hatin darvekirin. Piştî daxuyaniyên rayedarên Îranê ku bertek nîşanî darvekirinan dan, Balyozxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Tehranê û avahiya konsulxaneya bajarê Meşhedê ji aliyê xwepêşanderên Îranî ve hatin şewitandin.

Piştî van êrîşan, Hikûmeta Erebistana Siûdî di 3’ê çileyê de ragihandibû ku wan peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi Îranê re qut kirine. Piraniya welatên Kendavê û erebî jî di çileya 2016’an de li pişt biryara Riyadê rawestiyan û ragihandin ku wan jî pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Îranê re qut kirine.