12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran ji jinên xwenaskirî ditirse

“Dema ez li nav kolanan digerim dibînim ku gelek kes ji bo serhildanên geştir bikin di  nav hewldanan de ne. Dewlet ji ber ku vê rastiyê dizane hewl dide bi van êrîşan berê gel bide ser mijareke din û li pêşiya şoreşê bibe asteng"

Zext û  tundiya ku rejîma Îranê li ser jinan pêk tîne di her serdemê de rêbaz diguherîne. Bi taybet piştî serhildanên ku di meha îlonê bi kuştina Jîna Emînî dest pê kirin ev tundî zêdetir ketin rojevê. Herî zêde jî jin û ciwanên ku pêşengî ji serhildanê re kirin û felsefeya jin jiyan azadî bi cîhanê da bihîstin, bûn hedefa rejîma Îranê.

Ji destpêka serhildanê heta niha rejîma Îranê ji taciz, tecawiz, îşkence heta kuştinê serî li her rê û rêbazê da ku bikaribe pêşî serhildanê bigire. Lê heta niha her çiqas di terzê serhildanê de hin guherîn pêk hatibin jî jin û ciwanên ku bi êrîşên hêzên dewletê birîndar bûne israra xwe ya di azadiyê de didomînin.

Wek tê zanîn li dijî neheqî, bêedaletê, tunehesibandina jinan û rewşa aborî serhildanên ku bi pêşengiya jinan dest pê kiribûn piştgirî ji her aliyê digirt. Zarokên ku hê di dibistanên seretayî de dixwînin jî ji ber neheqiyên ku pêk tên li dijî pergala mêrperest serî hildan. Lê rejîma Îranê li dijî vê serhildana zarokên keç serî li hin rêbazan da û ji 30’yê mijdara 2022’yan ve li dibistanên xwendekarên keç êrîşên bi gazên jehrî pêk tîne. Di êrîşan de bi sedan xwendekarên keç jehrî bûn û zarokên ku jiyana xwe ji dest dan jî hene.

Êrîşên ku li dibistanan û bi taybet li ser dibistanên xwendekarên keç pêk tên ji aliyê rayedarên hikûmetê ve hatin qebûlkirin. Em der barê erîşên ku pêk tên û armancên wan bi çalakvan Şermîn Samanî re axivîn.

Li dijî xwendinê ne

Çalakvan Şermîn Samanî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca dewletê ya bi van êrîşan û ev tişt anî ziman: “Êdî tiştek teqez e ku ev êrîş ji aliyê dewletê ve tên kirin. Dewlet ji berê ve naxwaze ku jin bixwînin. Dibên zarokên keç ên ku diçin dibistanê fêrî xwendinê dibin û derbasî zanîngehan dibin. Li zanîngehan zana dibin û azadiyê dinasin. Ji wir derbasî qonaxên zanistî, çandî û siyasî dibin. Jinên ku van qonaxan derbas bûbin ji bo rejîmê dibin xetere. Kontrolkirina wan ji bo dewletê zehmet dibe. Ji ber vê yekê rejim dixwaze vê rewşê bi astegkirina xwendina zarokên keç ji kokê de ji bo xwe çareser bike. Her wiha bi van êrîşan hewl didin ku malbatan bitirsînin da ku zarokên xwe yên keç neşînin dibistanan. Bi vê yekê dixwazin ku jin ji malan dernekevin û         zana nebin.”

Malbatan tên astengkirin

Samanî da zanîn ku gel ji bo serhildanê niha her çiqas  zêde dernekeve kolanan jî amadekariyên mezin ji bo siberojê hene û wiha got: “Dema ez li nav kolanan digerim dibînim ku gelek kes ji bo serhildanên geştir bikin di  nav hewldanan de ne. Dewlet ji ber ku vê rastiyê dizane hewl dide bi van êrîşan berê gel bide ser mijareke din û li pêşiya şoreşê bibe asteng û hebûna xwe bidomîne. Malbat û kesên ku ji bo astengkirina vê mijarê derdikevin kolanan ji aliye hikumetê ve tên tehdîtkirin. ”

Rola dewleta veşarî

Çalakvan Şermîn Samanî di axaftina xwe de bi van gotinan behsa dewleta veşarî kir: “Ji berê de li Îranê gelek kesên muxalîf ku rewşenbîr, hunermend û siyasetmedar bûne ji aliyê dewleta veşarî ve hatine kuştin. Lê dewlet berpirsiyariya wan çawa ji ser xwe davêje? Dewlet diçe kesên dijberê xwe dikuje, piştî ku bertek di nav gel de çêdibin vê carê çend kesên ku wan wek ajanên dewletên wek Îsraîlê ku armanca wan têkbirina dewleta Îranê ye pênase dikin, dikin qurbanî û xwe ji bin berpirsiyariya van kuştinan vedikişînin.”