27 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îran-Îsraîl; rûbirûbûneke herêmî ya bi bandor a cîhanê

Ekrem Berekat

Rêber Abdullah Ocalan teqez dike ku cewherê krîza Îranê ne di paşketina çandî yan civakî de ye, di pêkanîna modela netewedewletê û modernîteya kapîtalîst de ye ku ew ji formên kevneşopî yên otorîterîzmê hovtir tê dîtin.

Di naverasta Rojhilata Navîn de, di navbera Îran û Îsraîlê de car caran veşartî û car caran jî aşkera şer û alozî zêde dibin. Ew yek bandorê li aqûbeta dewletên herêmê dikin, gefê li rûbirûbûneke mezin a bi xwedî bandorên cîhanî dixwe. Ev şer ne tenê nakokiyeke di navbera du dewletan de ye, lê ew şerekî jeopolîtîk e ku xwediyê rahendên îdeolojîk, leşkerî û îstîxbaratî ye. Li zêdetirî eniyekê tê birêvebirin; ji Sûriyeyê bigire heta Lubnanê, ji Iraqê bigire heta Yemenê û heta diçe kûrahiya xaka Îran û Îsraîlê bi xwe jî.

Beriya şoreşa 1979an, Îran di bin hikûmraniya Şah Mihemed Riza Pehlewî de hevalbendekî stratejîk ê Îsraîlê bû. Her du welat di mijarên ewlehî û aborî de, bi taybetî di sektora enerjiyê û bazirganiya leşkerî de, hevkarî dikirin. Lê belê, piştî serkeftina Şoreşa Îslamî, Îran veguherî dijminekî tund ê Îsraîlê, retorîkek dijminane li dijî hebûna siyonîst pejirand. Di heman demê de bi aşkerayî piştgirî da tevgerên berxwedanê yên Filistînî û Lubnanî.

Bi mezinbûna Îranê li herêmê bi rêya “Mîhwera Berxwedanê” (Hizbullah, Hemas, Hûsî û komên çekdar ên li Iraq û Sûriyeyê)serweriya wê zêde bû. Îranê Îsraîl wekî dijminekî bingehîn didît, di heman demê de Îsraîlê Tehran wekî mezintirîn gefa ewlehiyê didît.

Rêbazên aloziyê

Bernameya nukleerî ya Îranê yek ji xalên herî berbiçav ên aloziya di navbera Tehran û Til Avîvê de ye. Îsraîl israr dike ku hebûna çekên nukleerî yên Îranê gefê li hebûna wê dixwe, lê Tehran îdîa dike ku bernameya wê aştiyane ye. Di salên dawî de êrişên Îsraîlê li ser tesîsên nukleerî yên Îranê çêbûne. Mînak wek teqîna tesîsa Natanzê di 2021an de û kuştina zanyarên nukleerî yên îranî di êrişên ku ji hêla Mossadê ve pêk hatine. Îsraîl bi tundî li dijî peymana nukleerî ya 2015an disekine û piştgiriyê dide vekişîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya di 2018yan de.

Di vê pêşbaziyê de, her du alî ji rûbirûbûna rasterast bi dûr ketin, lê bi rêya wekîlan şerekî neragihandî dimeşandin. Îranê piştgirî da Hizbullaha Lubnanê ku xwediyê moşekên mezin e. Di berdêla vê de, Îsraîlê êrişên dubare li dijî navendên Îranê yên li Sûriyeyê pêk anîn ji bo ku rê li ber veguhestina çekên pêşketî ji bo Hizbullahê bigire.

Îranê, li Iraq û Yemenê piştgirî da komên çekdar. Wê gefên nerasterast li Îsraîlê dixwarin. Di vê dawiyê de, di dema pevçûnên Hemas û Îsraîlê de, Tel Avîvê, Tehran bi çekdarkirina Hemasê li Xezayê tewanbar kir.

Aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pevçûneke leşkerî ye; ew her wiha bi sepandina sizayên giran ên ku Rojavayî li ser Îranê, bi piştgiriya Îsraîlê ku sektorên petrol û bankeyan hedef girtin, heta aboriyê jî dirêj bû. Piştî vê yekê êrişên sîber ên hevdem hatin kirin, wekî ketina Îsraîlê ya nav tesîsên nukleerî yên Îranê bi vîrusa Stuxnet. Wekî din, kiryarên texrîbê û kuştinê hebûn, mîna kuştina zanyarê nukleerî Mohsen Fexrîzade di sala 2020an de.

Bandora herêmî

Rûbirûbûna nerasterast a di navbera Îsraîl û Îranê de krîzên li Lubnan, Sûriye û Yemenê girantir kirine û aloziyên mezhebî û siyasî dijwartir kirine. Her ku gef zêde dibin, welatên herêmê lêçûnên xwe yên leşkerî zêde kirine û êdî li çekên pêşketî (mûşekên balîstîk û dron) digerin.

Doza Filistînê di navbera Îran û Îsraîlê de jî bûye zexteke danûstandinê, ji ber ku Îran wê bi kar tîne da ku bandora xwe xurt bike, di heman demê de Îsraîl hewl dide ku Tehranê ji hevalbendên xwe yên ereb tecrîd bike.

Bi zêdebûna rageşiyên di navbera her du aliyan de piştî êrişa rasterast a Îsraîlê ya di 13yê hezîranê de, yekem car şerê wekaletê veguherî şerekî rasterast. Lê heke Îran biryar bide ku bi tundî bersivê bide êrişên Îsraîlê, yan jî heke Îsraîl hewl bide ku êrişî tesîsên nukleerî yên Îranê bike, wê li herêmê rûbirûnek vekirî pêk bê.

Aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de yek ji pirsgirêka herî xeternak a li Rojhilata Navîn e. Berjewendiyên herêmî û navneteweyî bi îdeolojî û ewlehiya neteweyî ve girêdayî ne. Her çend êrişa rasterast ji bo her du aliyan jîpir giran be jî, berdewama şerê wekaletê rageşiyan gurtir dike.

Li vir, nêrînên Rêber Abdullah Ocalan derdikevin pêş. Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku zêdebûna aloziyê li dijî Îranê ne tenê bûyereke bi Îranê ve girêdayî ye, lê belê beşeke wê projeyeke berfirehtir e ji bo ji nû ve dîzaynkirina nexşeya serweriyê li Rojhilata Navîn e. Rêbertî diyar dike ku ev stratejî dê bi Îranê ve sînordar nemîne. Dê ber bi welatên wek Tirkiyeyê ve dirêj bibe, ku ev yek fikara zêde ya Enqereyê rave dike.

Rêber Abdullah Ocalan teqez dike ku cewherê krîza Îranê ne di paşketina çandî yan civakî de ye, di pêkanîna modela netewedewletê û modernîteya kapîtalîst de ye, ku ew ji formên kevneşopî yên otorîterîzmê hovtir tên dîtin. Rêbertî dibêje Îran bi xwezayî dewleteke pir etnîkî û pir olî ye û çareserî di modela modernîteya demokratîk de ye. Modela modernîteya demokratîk rê dide pir rengî û naskirina hevbeş di navbera pêkhateyên wê yên cihêreng de.

Rêbert Îsraîlê wekî “berhema şerên netewedewletan” bi nav dike û diyar dike ku damezrandina wê di nav projeyeke kolonyal a berfirehtir de, bi avakirina netewedewletên ereb re pêk hat.

Rêber Abdullah Ocalan, neteweya demokratîk wekî alternatîfa netewedewletê pêş xist. Di vê modelê de civak bi rêya meclisên herêmî yên ku xwe dispêrin rêveberiya xweser, bêyî hegemoniya neteweyî û olî, bi azadî bi hev re dijîn. Ew dibêje ku Îran, bi cihêrengiya xwe ya etnîkî û olî, zemîneke berhemdar e ji bo pêkanîna vê modelê. Ev model dikare çareseriyek pratîkî û dadperwer ji bo krîzên herêmê pêş bixe.

Bi gelemperî, Rêber Abdullah Ocalan bang dike ku têgehên kevneşopî yên netewedewletê derbas bikin û ber bi pergaleke piralî ve biçin ku edalet û hevsengiya civakî misoger bike, di heman demê de îradeya gel ji bo avakirina pêşerojeke dadperwertir piştrast dike.