11 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îran: Em ê ji kontrol û çavdêriyê re amade bin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî anî ziman ku welatê wî amade ye kontrolên li ser bernameya nukleerî û astengiyên li ser dewlemendkirina ûranyûmê qebûl bike, lê di berdêla vê de divê pêkanînên navneteweyî bêne rakirin.

Abbas Arakçî ev peyam roja yekşemê li rojnameya Guardianê di gotarekê de bi raya giştî re parve kir.

Abbas Arakçî nivîsa xwe ji bo koma E3 nivîsî ku ji Fransa, Almanya û Qraliyeta Yekbûyî pêk tê û got, “Îran ji peymaneke mayinde, rasteqîn û astengkirina dewlemendkirina ûranyûmê û kontroleke xurt re amade ye. Di berdêla vê de jî divê pêkanîn bêne rakirin. Eger ev firsend neyê bikaranîn dibe ku ji bo herêmê û derveyî wê encamên hilweşîner bi xwe re bîne.”

Welatên E3ê dawiya meha tebaxê mekanîzmayeke ku pêkanînên li hemberî Îranê jinûve dikare bixe meriyetê li Neteweyên Yekbûyî dabûn xebitandin û mehek dem dabûn Tehranê.