Ji bo çareseriya pirsa kurd bi pêşengiya Rêber Apo, kar û xebateke nû di rojevê de ye. Her kes meraq dike ku ev pêvajo dê bi kîjan rengî bi encamp bibe. Qey ev jî karektera mirovên vê serdemê ne. Hema zû dixwazin encamê bibînin. Li aliyê din di vê demê de weke xisleteke bi mirovan re hest û îdraqeke wisa bi pêş ketiye ku bûyer û qewîmînan bi şeklê pêkhatina wê, bi mekan û demekî bi sînorkirî de tesawur dikin. Niha ev prosesa ku di rojevê de ye jî weke tekamûleke roja îro bê nirxandin dê nêzîkatiyeke rast nebe. Erê her serdemekê şert û mercên xwe hene, cuda ne, bes gotina ‘dîrok niha ye’ jî heqîqetek e.
Rêber Apo ji sala 1993yan ve îradeya ji bo çareseriya siyasî xistiye rojeva gelê kurd. Di vî warî de 32 sal in xwedan azwerî, ked û xebat e. Bi hezaran rûpel, dahûrandin, perpektîf û projeyên xwe hene. Kurd jî tevî tevgera xwe ya azadiyê tevî hemû kêmî û kurtiyan jî xwedî li van proje û pêşniyazan derketin û derdikevin. Lê li aliyê Dewleta Tirk a mêtinger û qirker muxabatek ji bo çareseriyê xuya nake. Herçî hikûmet in, emrê wan demkî ye. Rast e desthilata AKPê ji sala 2002yan ve li ser post e. Lê ne dewlet e. Meqamê îcrayê ya siyaset û polîtîkayên dewletê ye.
Îcar pirseke weke pirsa kurd ku welatê me Kurdistan hatiye parçekirin û hînek jî xencera qirkirinê li ser qirika me ye; çareseriya wê, hêsan nîn e. Ne ku tenê dewletên welatê me dagir kirine, ev pirs û çareseriya wê bandorê li Rojhilata Navîn gişî dike. Hêzên ku hesabên wan li ser Rojhilata Navîn jî hene, bandor li wan jî dibe. Ji bo wê ye ku girêk bûye hişkegirêk. Tevî vê jî Rêber Apo bi sebr û sebateke mezin ji bo çareseriyê bi himet gav davêje.
Di vir de ji pirtûka Lev Tolstoy; Şer û Aştî diyaloga kurt a di navbera Mereşal Kutuzov û Mîrza Andrey hat bîra min. Kutuzov ji leşkerekî zêdetir ruhê rûsî temsîl dike. Ew dîrok û civak e. Alim û zana ye. Ji Mîrza Andrey re dibêje: “Gelek kesan hem ji bo şer hem ji bo aştiyê sitemkarî li min kirin… Lê her tişt di wextê xwe de dikemile. Ji bo kesên ku bi ilmê libendemanê dizanin, her tişt di wextê wê de çêdibe.” Di vê diyalogê de Kutuzov têgeha ‘libendemanê’ weke rewşeke sekan û tebatî nabîne. Di vê ‘libendemanê’ de kar û xebat hene. Ji şaşî, kêm û kurtiyan tecrûbegirtin heye. Xwe gurçûpêçkirin heye. Ji 15ê tebaxa 1984an vir ve ji hinek derdorên dijber re sitemkariya “te çima şer da destpêkirin” li Rêber Apo hat kirin û hê jî tê kirin. Ji sala 1993yan vir ve jî sîtemkariya “tu çima li aştiyê digerî” lê tê kirin.
Rêber Apo temsîla gelekî dike ku di pencên qirkirinê de ye. Ew bi xwe jî, ji aliyê wê pencê ve tê guvaştin. Her roj, her kêlî li ser jiyana wî jî gefeke mezin heye. Tevî vê jî bi sebr û israr dixwaze kurd bigihin maf û heqê xwe. Dixwaze li Rojhilata Navîn dewreke nû dest pê bike. Dixwaze dawî li tehakûm û înkarê, dawî li biçûkxistin û qirkirinê bîne. Di oxira azadiyê de dixwaze aştiyê tanzîm û tesîs bike. Îcar li vir erkeke mezin dikeve ser milê me hemûyan jî, divê xebata ku ew pêşengî jê re dike em bi şev û roj bi xebata xwe bi pêş ve bibin. Heke ku em jiyaneke birûmet û wekheviyê dixwazin, heke doza me doza azadiyê ye divê xebatê bi pêş bixin. Yek ji me nikare sitemkariyê bike. Dema gilî û gazincan jî nîn e. Taliya talî mirov bi dijminê xwe re li hev dike.
Bêyî ku em berbayê propagandayên şerê taybet bikevin, divê em bi Rêbertiya xwe, bi tevgera xwe, bi xwe bawer bin. Bi hêza xwe bawer bin. Mifteya çareseriyê di destê me de ye. Bi wê mifteyê divê pêşî em dawî li pergala qirkirinê ya Îmraliyê bînin. Em bi dengekî hê bilindtir doza azadiya fizîkî ya Rêber Apo bikin.