Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, ku wekî “Komploya 9ê Cotmehê” tê zanîn, di sala 1998an de dest pê kir û di 15ê Sibata 1999an de li Kenyayê bi dîlgirtina wî kete qonaxeke nû. Ev komplo ne tenê li dijî kesekî, li dijî Tevgera Azadiyê û hebûna gelê Kurd bû. Armanca komployê, têkbirina têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo azadî û demokrasiyê bû. Hêzên hegemon ev têkoşîn li dijî berjewendiyên xwe yên li ser herêmê ferz dikirin dîtin.
Komplo, bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bi hevkariya dewletên NATOyê û hêzên îstîxbaratê yên cîhanê pêk hat. Ev ne tenê operasyoneke îstîxbaratî bû, di haman demê de stratejiyeke siyasî ya ji bo parastina statukoya hêzên hegemon ên li Rojhilata Navîn hate avakirin bû.
9 meh piştî komployê, Rêber Apo bi rêya parêzerên xwe, hêzên di komployê de cîh girtine aşkere kir. Rêber Apo digot; “Operasyon ji destpêke ve li Washîngton û Tel Avîvê ji aliyê navendeke taybet ve hat birêvebirin. Piştî ji Suriyeyê derketim, înîsiyatîf ket destê NATOyê û ya rast, çûyîna min a Yûnanistanê jî di bin kontrola hêzên NATOyê de pêk hat.”
Kronolojiya komployê û amadekarina wê nîşan dide ku ev komplo operasyoneke navneteweyî ye û di dîrokê de mînakên wê nîn in. Ev komplo bi awayekî yekalî pêk ne hat; ew bi hevkariya dewletên mezin û îstîxbaratên wan hat organîzekirin û pêk anîn. Di dîrokê de dewletên ku qet nedihatin cem hev di şexsê komploya navneteweyî ya 9ê Cotmehê de hatin cem hev û îmze avêtin bin rûreşiya sedsala 20an.
Komploya ku armanca wê tasfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû, rê li ber guherîn û vegûherîneke mezin vekir. Rêber Abdullah Ocalan, piştî dîl ket, ji pêşengekî klasîk veguherî Rêberekî felsefî û zanistî. Bi taybet bi tez û nirxandinên xwe yên li ser zanista civakî, Rêber Apo ne tenê azadiya ferdî azadiya civakê û esas girt. Teza ku bi paradîgmaya Netewa Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ve hatiye formûlekirin îro ne tenê li Kurdistanê, li seranserî cîhanê azadîxwazan li gora xwe kom dike û rê nîşan dide. Vê di haman demê de rê li ber naskirina Tevgera Azadiya Kurdistanê jî vekir. Îro em dibînin ku ji gelek welatên cuda enternasyonalîst li dora vê fikrê kom bûne û têdikoşin. Ji vî milî ve em bi rehetî dikarin bibêjin ku Rêber Apo êdî ne tenê Rêberê gelê Kurd e, bûye pêşengê civaka azad.
Komploya 9ê Cotmehê, ku 27 sal berê dest pê kir, ne tenê girtina Rêber Abdullah Ocalan bû, êrişeke li ser hêviya azadiyê ya gelê Kurd bû. Lê Têkoşîna Azadiyê mehkûmiyeta ku li ser dihat ferzkirin red kir. Bi pêşengiya Rêber Apo, tevgerê xwe xurtir kir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan belav kir. Îro, di sala 2025an de, gelê kurd hîn li ser piyaye û doza mafên xwe yên herî bingehîn dike ev bi saya têkoşîn û berxwedana dîrokî ya bi pêşengiya Rêber Apo ve hatiye meşandin e.
Hêzên komploger ên ku li gorî rapor û daneyên îstîxbaratî tevgeriyan dîtin ku bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêka kurdan ya ku di bingeha xwe de înkar heye nayê çareserkirin. Derket holê ku hêviya azadiyê ya Tevgera Azadiyê di civakê de daye avakirin tevî hemû astengî û zahmetiyan jî zindîye. Civaka ku hebûna xwe di azadiyê de dibîne qefle bi qefle li dora Rêber Abdullah Ocalan kom dibin, li fikrên wî xwedî derdikevin û hebûna wî weke hebûna xwe dibîne.
Tevî hemû astengî û zahmetiyan domdariya têkoşînê, îro rê li ber pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk vekiriye. Ev jî nîşan dide ku polîtîkayên tecrîdê, astengî û înkarê li hemberî doza mafdar ya gelan ne mumken e bi ser bike. Careke din eşkere bû ku israra di têkoşînê û baweriya ji dozê re ne mumkun e wenda bike. Kes ango aliyên ku bi hêviya têkoşîna gelê kurd lewaz bikin gotina “Kurdistana xeyalî li vê derê veşartiye” dubare, sêbarê bi lêv dikirin dîtin ku yên bi armancê ve girêdayî dikarin xeyala bikin rastî û tarîtiyê bikin ronî. Ev hêza veguhertinê civaka kurd bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan de xwe da avakirin. Bi vê hêzê lîstik û komployên li ser dihat ferzkirin jî hatin pûçkirin.
Komploya 9ê Cotmehê ya ku bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan bi encam bû, ji ber van sedeman em dikarin bêjin negihaştiye armanca xwe. Di van 27 salan de komploger ne gihaştin armancê. Bi têkoşîna domdar ya gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan em dikarin bêjin ku komplo pûç bû. Niha dora Azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Bi pûçkirina komploya 9ê Cotmehê gelê kurd hebûna xwe bi hêzên dagirker da qebûlkirin. Niha dora Azadiyê ye. Azadiya gelê kurd di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de ye. Azadiya Rêber Apo wê ne tenê rê li ber azadiya gelê kurd, rê li ber azadiya civaka Rojhilata Navîn jî veke. Lewma têkoşîna azadiyê ya li hemberî komplogeran têkoşîneke civakî û pir aliye. Serketina vê têkoşînê hêviya herî mezin ya civaka Azad û Demokratîk e.