26 sal berê hêzên komploger ên navneteweyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistin radestî Tirkiyeyê kirin. Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, 8 rêxistin, hêz û partiyên Amezîxî ji bo ramanên Rêber Abdullah Ocalan û doza Kurd bi gelê Amezîxî bidin nasandin, 19`ê Îlonê “Însiyatîfa Amezîxî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan” ava kir. Nûnera Amezîxên Misirê ya rêxistina Kongreya Amezîxan a Cîhanê û koordînatora Însiyatîfa Amezîxî ya ji bo Serbestberdana Têkoşerê Kurd Abdullah Ocalan El Huriye-El En, Emenî El Wişahî têkildarî însiyatîfê û armancên wê, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.
Emenî El Wişahî anî ziman ku Însiyatîf, ji bo piştgiriya tevgera Kurd ji gelek çalakgerên tevgera Amezîxî hate avakirin û wiha got: “Li ser bingeha baweriya me bi mafên mirovan û girîngiya doza Kurd, me ev însiyatîf ragihand.”
Emenî destnîşan kir ku armanca sereke ya însiyatîfê, doza Kurd û doza Rêber Abdullah Ocalan bi gelê Amezîxî bidin nasandin û wiha domand: “Piraniya Amezîxiyan bi dozên xwe ve mijûl in. Pir zêde bi dozên din mijûl nabin. Koordîne û têkilî bi însiyatîfên wisa re jî hindik e.”
Emenî da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê lîderekî siyasî yan leşkerî ye û wiha berdewam kir: “Lê ew fîlozofek e û xwedî projeyeke fikrî ye ku heke pêk were, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn tev de çareser dibin. Ji bo çareserkirina aloziyên taîfî yên ku Rojhilata Navîn parçe kirine, çareseriyeke siyasî daniye. Ji ber wê û di vê wextê de me însiyatîf ragihand.”
Emenî bal kişand ser têkiliya gelê kurd û amezixî û wiha berdewam kir: “Dibêjin gelê Kurd û gelê Amezîxî cêwî ne. Rast e, erdnîgariya me ji hev dûr e û tu carî hev du nedîtine, lê gelek dozên me dişibin hev. Lê piştgiriya gelên xwedî dozên dişibin hev, pêşkêşkirina van dozan li ser asta navneteweyî xurttir dike û girîngiyeke hiqûqî dide wan. Ji ber wê, divê bi lez çareserî jê re were dîtin. Lewma her tim gelê Amezîxî piştgiriya dozên hiqûqî yên dişibin doza xwe, dikin. Em piştgiriya her kesî jî qebûl dikin. Ji ber ku xebata hiqûqî, xebateke hevpar e.”
Însiyatîf ji bo li ser asta çandî, çapemenî, hiqûqî û fenî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û doza Kurd li welêt, li dewletên Amezîx lê hene bi wan bide nasandin bername amade kiriye.
ÇAVKANÎ: ANHA