12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

înkara rastiyan

Serokkomar Tayyip Erdogan di 25’e Tebaxê de li Bedlisê tev li merasimekê bû û axivî. Li çavê 85 milyon welatiyên xwe nerî û rastî berovajî kir. 22 salin Erdogan rastiyan berovajî dike. Qerf û henekê xwe bi welatiyê xwe dike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan di 25’ê Tebaxê de li Bedlisê beşdarî merasima vekirinên komî bû. Erdogan di merasimê de xitabî Tirkiyeyê kir û li pêş çavê 85 milyon mirov rastî beravajî kir.

Erdogan li çavê 85 milyon welatiyên xwe nerî û rastî înkar kir. Heqîqetê berovajî dike. Dibêje li welatê me qedexe bi dawî bûne. Wê demê çima hêj duh li Rihayê Fikriye Baykurtan Savaş ku polîsan bi ser mala wê de girt û ew binçav kirin. Çima ji ber di şeva hinê de rengê kesk, sor û zer li serê xwe girêda sûc pênase kirin û ew binçav kirin.

Baş e ku êdî medya dijîtal û ajans pêş ketine. Êdî hemû rastî kêlî bi kêlî bi wêne û dîmen tên belgekirin. Tevî ku hemû rastî û heqîqet kêlî bi kêlî tên belgekirin û bi cîhanê re tên parvekirin jî Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan li çavên gelê xwe dinere û rastiyan berovajî dike. Serokkomar Malpera Yuzuncuyil.gov.tr a Wezareta Ragihandinê axaftina Serokkomar Erdogan peyv bi peyv nivîsî û di malpera xwe de parve kir. Erdogan di axaftina xwe de hin agahiyên ku hemû gelê Tirkiyeyê eleqeder dike parve kir. Erdogan got: “Paşvemayîn êdî ji qedera herêma me derdikeve. Her ku aramî pêş dikeve razemenî jî bi lez pêş dikevin.

Bi agahiyên şaş kaosê zêde dike

Erdogan qeyrana aborî bi PKK’ê vê girêda. Lê leçûna balafirên şer ku her roj ji Amed, Meletî û Edeneyê radibin û çiyayên Kurdistanê bombe dikin wekî sedema qeyrana aborî nedît. Talankirin û wêrankirina xwezaya Kurdistanê wekî sedema qeyranê nedît. Qedexeya zazon, mêrgên li Kurdistanê wekî sedema qeyrana aborî nedît. SÎHA û ÎHA’yên ku her roj li Bakur û Rojhilatê Sûriye, li Mexmûr, Şengal, Silêmaniyê maşîneyên sivîlan bombe dike wekî sedema qeyrana aborî nedît. Bi sedan mafya û baronên ku bankayên Tirkiyeyê dişelihînin wekî qeyrana aborî nedît. Bêqîmetkirina  nirxê berhemên çandiniyê yên çotkar, rençber û sewalkarên; wekî qeyrana aboriyê nedît. Kêmkirina îxracatê û zêdekirina îtalatê wekî sedema qeyrana aborî nedît. Betalhiştina milyonan ciwanan wekî sedema qeyrana aborî nedît. Erzankirina keda karker û kedkaran wekî qeyrana aborî nedît. Erdogan îdia kir ku mirovên Tirkiyeyê ji ber bawerî û zimanên xwe rastî cudakariyê nayên. Lê em dibînin ku nivîsên kurdî bi fermana Wezîr û Waliyan tên qedexekirin û li şûna nivîsên kurdî peyvên tirkî ên nijadperestî tên nivîsandin.

Çima 42 meh in parêzer û malbat nikarin biçin Îmraliyê

Erdogan dîsa îdîa kir ku êdî qedexe li vî welatî bi dawî bûne û meseleyên qedexeyan li pişt xwe hiştine. Lê em dibînin ku 42 meh tecrîd heye. Parêzer û malbat ji ber qedexeyan nikarin biçin Îmraliyê. Malbat nikare bi telefonê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re biaxive. Nikare name bişîne. Nikare biçe hevdîtinê.  Ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve ji ber qedexeyan malbat û parêzer nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Ji ber qedexeyên li ser Îmraliyê malbat û parêzer ji 25’ê adara 2021’ê ve tu agahiyê ji Îmraliyê nagirin. Dîsa malbatên girtiyên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî, ji ber qedexeyan nikarin biçin Îmraliyê.

Eger qedexe tune bin, çima parêzer û malbatên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 587 car in serî li Serdozgeriyê dide bersîvê nadin? Eger qedexe tune bin, çima malbat nikarin biçin Îmraliyê.

Çima 405 serlêdanên parêzeran bê bersîv dimîne. Çima 182 serlêdanên malbatan bê bersîv dimîne.

Eger qedexe tune be çima hemû daxuyaniyên li Kurdistanê meş û mîtîng rastî astengî û qedexeyan tên. Hêj di 24’ê Tebaxê de bû komek rojnameger di pêşengiya MKG û DFG’ê de xwestin li kolana Hunerê ya Ofîsê daxuyaniyê bidin. Lê bi sedan polîsan mudaxale kirin. Polîsan nexwest ku rojnameger daxuyaniyê bidin. Xwestin daxuyaniya çapemeniyê qedexe bikin. Xwestin rastiyê veşêrin.

Eger qedexe tune be, çima serlêdana Omer Ocalan hem wekî endamê malbatê û hem jî wekî parlamenterekî Rihayê bê bersîv tê hiştin û destûr nadin ku Omer Ocalan biçe îmraliyê.

Em dibînin ku govendên kurdan têne qedexekirin. Ciwanên kurd ji ber govendê digirin tên girtin. Dewatên kurdan têne qedexekirin. Daxuyaniyên çapemeniyê tên qedexekirin. Eger qedexe tune be, çima govendan qedexe dikin. Çima axaftina dayikan a bi kurê xwe yên girtî re qedexe dikin.

Dibêje xizanî bi dawî bû. Êdî rojên xizaniyê li pişt man. Lê eger xizanî tune be, çima her roj bi deh hezaran mirov çopê kom dikin. Çima nanê xwe ji ser çopê kom dikin û bi deh hezaran mirov li kolanan parsekiyê dikin? Eger xizanî tune be, çima zarok li ser kolanan camê maşîneyan paqij dikin.

Bi salan e li Wan, Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn û gelek bajarên Kurdistanê çalakî tên qedexekirin. Daxuyanî, meş, mîting têne qedexekirin. Eger qedexe tune bin çima ev têne qedexekirin. Eger di navbera kurd û tirkan de  cudakarî tune bin, çima li Kurdistanê her tişt qexe ye. Çima zozan, çiya gund têne dorpêçkirin û ketina wan têne qedexe kirin.

Rastiyê înakr dikin

Weki ku li welatê bihiştê ye axivî. Rengê kesk, sor û zer serbest e, Wekî peyva “Pêşî peya” û govendên kurdî serbest in axivî. Wekî ku daxuyaniyên çapemeniyê meş serbest in axivî. Pekî ku parêzer her hefte diçin Îmraliyê û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin dike û wekî ku dayik bi zarokên xwe yên girtî re karin serbest bi kurdî biaxivin, axivî. Wekî ku li vî welatî 3 milyon û 156 hezar mirov nebetal in û bi sed hezaran mirov koçî Ewropa nakin axivî. Lê êdî hewce bigotin û axaftinê hene. Bila 85 milyon li belge, wêne, dîmenan binerin wê rastî û heqîqetê bibînin. Heqîqet tu carî winda nabe. Êdî her kes dizane. Lê tenê zanîn têr nake. Devê êdî her kes bibêje ev ne rast e. Divê her kes heqîqetê bîne ziman û biqîre.