12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Înîsiyatîfa Maf serdana Emîne Şenyaşar kir

Serokê Giştî yê Înîsiyatîfa Maf Mehmet Arîf Koçer, bi armanca piştgiriyê serdana malbata Şenyaşar kir û xwest ku dest ji polîtîkayên bêcezatiyê bê berdan.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê hatibû destpêkirin di roja 603’yan de berdewam kir. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê, pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar Edalet” bi bariyerên beton ve kirin û dest bi çalakiya xwe kirin.

ÎNÎSIYATÎFA MAF SERDANA MALBATÊ KIR

Serokê Giştî yê Înîsiyatîfa Maf Arîf Koçer serdana malbata Şenyaşar kir. Koçer, di serdanê de axivî û bi lêv kir ku piştî berxwedana Emîne Şenyaşar 4 salan doz hatiye vekirin û ev jî tê re nake. Koçer, diyar kir ku bi vekirina dozê pêvajo temam nebûye û wiha got: “Em dixwazin ku şûna hikumet bersûcan biparêzer bile li cem bêgunehan bisekine. Em dixwazin hikumet dest ji polîtîkayên bêcezatiyê berde. Em ê di têkoşîna edaletê û lêgerîna maf de li cem malbata Şenyaşar bin.”

Peyama malbatê

Malbata Şenyaşar, li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Partiya desthilatê di mijara edaletê de ezmûneke dîrokî dide. Dozgerên ku bi wesayîtên luks dikevin edliyeyê aciz in… Nedîtina vê dayika bi daxwaza edaletê 603 roj in li ber deriyê edaletê dimîne bêwijdanî ye. Em li dijî her cure bêedaletiyê ne, em li cem mamoste ne.”