12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya ‘Bîra Xwînê’ li dar xist

Çalakvanên Defend Kurdistanê li bajarê Megdeburg a Almanyayê ava hewzekê bi boyaxê rengê wê veguherandin rengê sor. Çalakvanan êrîşên Tirkiyeyê yên li ser rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin ku di êrîşan de tenê ne sivîlan dikin armanc, di heman demê de talankirina ekolojiyê jî tê kirin.

Çalakvanên Defend Kurdistane piştî çalakiya xwe di daxuyaniya ku parve kirin de ev peyam dan: “Li rojavayê Kurdistanê rengên bîran veguherandin rengê xwînê. Me ji xwest ku em bi vê çalakiyê mirovan li bajarê xwe, derbarê vê rastiyê de agahdar bikin. Em dixwazin li ser mirovan pêhesîna ku ‘şer ji vir destpê kir hewce ye li vir bi dawî bibe’ bidin avakirin. Em dibêjin ku firotina çekan bidin sekinandin, Kurdistanê biparêzin. Sedema çalakiya me ev e: Tirkiye li bakurê Sûriyeyê şerekî li dijî mirovahiyê dide meşandin. Erdogan Herêma Kurd ya Serbixwe wek sîxekê dibîne. Hejmara kurdan wek netew di bin zexten de tê girtin. Li Tirkiyeyê axaftina kurdan ya bi zimanê xwe yê zikmakî û çanda wan tê qedexekirin. Ev rewş tenê li bakurê Sûriyeyê ketiye meriyetê. Şerê ku tê meşandin bidin sekinandin. Ger ku hûn ê şer bikin li dijî netewperestiyê şer bikin.

Qûrbaniyên vî şerî ne tenê sivîl in, di heman demê de xwezaya Kurdistanê ye jî. Artêşa tirk ji bo ku mirovan ji çavkaniyen debara xwe pê dikin dûr bixe, gazên kîmyewî û gazên bijehr bikar tîne, avên çeman û çavkaniyên avê bijehr dikin, daristanan dişewitînin. Şer, yekem sedema krîza avhewayê ye. Di vê rewşa heyî de artêşa Almanyayê jî şirîkê sûc e. Şîrketên alman ên wek Rheinmetall bi dehan sal e ji bo Tirkiyeyê, çek, balefirên biçek û bêmirov û tangan temîn dike. Hikûmeta Federal a Almanyayê her çiqas bi awayekî vekirî vê yekê aşkera nakin jî, dêstê wan di van kuştinan de heye. Her ku peymanên çekan û karbeşiyên aborî bidomin hikûmeta Almanyayê şirîkê van sûcan e. Şer li vir dest pê kir, divê em li vir bidin sekinandin.”