Rêbertî bi nûkirina paradîgmayê, derba herî mezin li pergala dewletê ya hezaran salan xist û bû Rêberê hemû mirovahiyê. Îro hilanîna tola Şêx Seîd bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gengaz û watedar dibe.
Gotineke Xumeynî heye, ji gelê Îranê re dibêje; ‘Heger lingê we li kevirekî ket jî xeberan, siqêfan ji Amerîkayê re bêjin. Ji ber ku çi were serê we sebeba wê Amerîka ye.’Divê em kurd jî zanibin ku çi were serê me sedema wî Ingilistan e.
99 sal berê dewleta tirk bi hovîtî Şêx Seîd û 48 hevalên wî bi dar ve kir. Bi vê wesîleyê careke din hemû şehîdên Kurdistanê bibîrtîn im, bejna xwe li ber wan ditewîn im.
Pêwîste ku em wekî gelê kurd wê heyamê baş fêm bikin ku em îro kêmasî û şaşitiyên wê demê jiyane dubare nekin, xalên hevpar ê siyaseta dewleta tirk a wê demê û îro jî em ê baş fêm û em ê baştir têbigihîjin ka çima Rêber Apo paradîgmaya Neteweya Demokratîk ji bo me kurdan wekî yekane rêya çareseriyê, diyar kir.
Di serî de vê bêjin; pêvajoya piştî şerê serdestan yê yekemîn û heta sala 1926’an ango heta îmzekirina peymana Enqereyê, ji gelek hêlan ve dişibe vê heyamê. Ev, hem ji bo hêzên emperyal wisa ne, hem jî di hêla nêzîkbûna serdestên dewleta tirk ve wisa ye. Lê di hêla kurdan de gelek guhertin hene.
Gava em xal bi xal bînin beramberî hev, wê ew heyam zelaltir bibe;
1- Efendiyê wê heyamê Îngiltere ye, ji bo hinek tawîzan ji dewleta osmanî û piştre ji şefên dewleta ku bi xwe jê re pîrîktî kirî komara tirk bistîne, kurd li hember tirkan timî wekî çekekê bi kar anî. Axa kurdan; Mûsil û Kerkûk wekî çek bikaranî û ew axa ji Ataturk girt û Lozan bi wî rengî îmze kir.
Îro efendî hêzên emperyal DYA (piştî şerê serdestan yê duyemîn efendî hatibe guhartin jî, lê hêza ku siyaseta Kurdistanê diyar dike Îngiltere ye) ji bo tawîzan ji serdestên tirk, Iraqê û Îranê bigire, wekî ku wê piştgiriyê bide kurdan nîşan dide.
Ev siyaset wekî kêreke dualî ye
A- Dewletên dagirker ên serdest ji tirsa sazbûna Kurdistaneke serbixwe, bi lez û bez efendî çi dixwaze didin. Mînak; sala 1879-1880’î de Şêx Ubeydulah Nehrî ji bo piştgiriya Îngiltere, Fransa û Rûsya bistîne, nameyan dişîne. Ingilistan hema nameyan di rojnameyên xwe de dide weşandin. Rûsya û Fransayê jî heman tiştî dikin, hewayekî wisa çêdikin ku wekî ku wê piştgiriyê bidin raber didin. Serdestên Osmanî û Fars tawîzên ku Îngiltere dixwaze didin. Kibrisê û Misirê dide Îngiltere, Tûnisê dide Fransayê û heta ber bi Qersê -Urmiyê jî ji ketina rûsan re dengê xwe nakin. Yanê dev ji sê dewletan berdidin, bi tenê ji bo ku Kurdistanê ji dest nedin.
Di heyama Şêx Seîd de jî heman siyasetê dimeşînin. Bi rêya serdar Noel wekî ku wê Kurdistanê ava bikin, gotegotekê belav dikin, li ser wê gotegotê tawîzên xwe digirin. Jixwe gava ji Sykesê îngilîzî tê pirsîn; ‘We çima Kurdistan parçe kir?’ dibêje; ‘Kurd ne yek bûn, me jî welatê wan parçe kir!’ Bêguman neyekbûna kurdan mafê parçekirina welatê wan nade Sykes ku were û Kurdistanê parçe bike.
Niha jî DYA wekî ku piştgiriyê dide Rojava raber dike, lê di bingehê de li dijî Şoreşa Rojava çi ji dest tê teqsîr nake, lê di wê vaberê de jî tişta ji tirkan dixwaze digire.
B- Kurdan jî bi wê siyasetê bi xwe ve girêdide; ‘ez ê mafê we biparêzim, nahêlim ku dewlet tiştekî bi we bike “Filan dibêje û qaşo kesên xwe mîna siyasetmedarên kurd dibînin, bi gotinên wan qanih dibin û wan sozên derewîn di nava gel de belav dikin. Mînak; peymana Sewrê îmze kirin, lê berbanga roja ewil serokwezîrê Ingilistan daxuyaniyeke wiha dide; ‘Peymana Sewrê mirî welidî’. Bi wê peymana ‘mirî welidî’ Ingilistan hem tawîz girtin hem jî xwe bi hin pêşengên kurd û ermeniyan yên wê demê dan qebûlkirin. Heta niha jî beşekî bi wê peymanê bawer dikin hene. Hêj jî netewperestên tirk dibêjin; ‘Hêzên emperyal wê Sewrê bivejîn û Tirkiyeyê parçe bikin” û bi wê derewê gelê tirk dixapînin. Sewr; peymana xapandina gelê kurd û ermen û hurhutandina netewperestiya tirkên spî ye!
2- Ataturk ji hêlekî ve name-telegraf ji serokên kurdan re dişand û pesnê wan dida, ji hêla din vê jî telegraf ji Kazim Karabekir re dişandin û jê dixwset ku kurdan parçe bike û wê çawa kurdan tune bikin, vedibêje. Ev durûtiya Ataturk di name, telgrafên di navbera wan de pir zelal û vekirî derdikeve holê. Li gorî Ataturk, kurdên baş û nebaş hene. Dema Ataturk de Kor Huseyîn pêşîn baş bû, bi Şêx Seîd re nebû (Seîdê Nûrsî yekbûna Kor Huseyîn û Şêx Seîd asteng dike) lê piştî darvekirina Şêx Seîd û 48 hevalên wî û gava dît ku Kor Huseyîn wê bibe bela li ser serî, ew û zarokên wî tev dane kuştin. Her wiha Bra Heskî Telî jî heta xizmeta Ataturk dikir, kesekî baş bû. Lê pişt re Ataturk xwest wî jî wekî Kor Huseyîn mişaxt bike, gava wî mişaxtkirin qebûl nekir, biryara tunekirina Bra Heskî Telî da û ew jî derdikeve Agirî û îsyanê dide destpêkirin.
Erdogan jî ji hêlekê ve pesnê kurdan dide, ji hêla din ve jî planên qirkirina kurdan dixe meriyetê. Li gorî Erdogan jî kurdên baş ew kurd in ku qet mafekî neteweyî naxwazin û dewletê çi jê xwest, bike ye. Ew jî mîna Ataturk pişta xayînên kurd mist dide, lê ew ê jî piştî ku karê wî bi wan qediya, tevan bi awayekî bide tune kirin. Ne ji îxaneta Rêyber ba, berxwedana Dêrsimê nedihat eciqandin û wê Seyîd Riza jî nehatiba girtin. Lê dawiyê, dewletê Rêyber û kurê wî kuştin û tecawizî hevjîna wî kirin û hemû pere zêrên ku dabûn Rêyber û mal-milkê wî desteser kirin. Îro Malbata Barzanî li gorî Erdogan kurdên baş in. Lê siberojê wê bi çi awayî wan tune bike, nediyar e. Tişta diyar ew e ku, dewleta tirk kurdên xayîn jî heta karê wan pê heye, ‘baş’ dibîne, lê gava karê wan qediya, encama wan xayînan wê çi û çawa be, dîroka dewleta tirk bi awayekî vekirî raberî me dike.
3- Di pêvajoya 1918-1925’an de Ataturk destê rûspiyên kurdan maç dikir. Diyab Axa ji wan kesan e ku Ataturk destên wî maçkiriye. Dîyab Axa xwezûrê Seyîd Riza bû. Her wiha Hesen Xeyrî mebûsê Dêrsîmê bû û ji yên herî pir hevkarî bi Ataturk re kiriye jî yek jê ew bû. Wî bi dehan telgraf şandin Lozanê û got; ‘Em û tirk bira ne, em naxwazin ji Tirkiyeyê cuda bibin.’. Lê piştî serhildana Şêx Seîd, ew jî tê darvekirin. Beriya ku biçe Enqereyê Nûrî Dêrsimî di pirtûka xwe de dibêje; ‘min ji Hesen Xeyrî re got, neçe! Bi soza tirkan ya şerefê bawer neke. Di dinyayê de soza herî erzan ya şeref û namûsê ya tirkan e”. Niha jî Erdogan bi kefgirê sozan dide û oldaran li dora xwe kom dike. Dengên ku di hilbijartinan de digire, piranî bi piştgiriya wan kesên ku hêj rastiya Erdogan fêm nekirine ye. Li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê kontrayên mîna Huda Par û hin şêxên Neqşîbendî li dora xwe kom dike. Şêxên Neqşîbendî yên welatparêz jî wekî kesên ji rê derketine reş dikin û bi wê siyaseta deraxlaqî jî dixwazin qirkirina kurdan temam bikin. Divê em wekî neviyên Şêx Seîd derfetê nedin kesên kontra û xwîmijin kurdan yên mîna Huda Parê. Ew xençera di destên neyar de ne! Divê em wê yekê ji bîr nekin. Bi kurdî jî xeber bidin, fotografên Şêx Seîd jî rakin, ew şebekeyeke îxanetê ne!
4- Kor Huseyîn dixwaze bi Şêx Seîd re tevbigere, lê Seîdê Nûrsî yekbûna wan asteng dike. Tê gotin ku, pişt re Seîdê Nûrsî pir poşman bûye ji wê yeka xwe. Heger bi rastî poşman bûye, çima piştgirî neda serhildana Agirî, çima li dijî qirkirina li Dêrsîmê serî ranekir, derneket? Kesên mîna F. Gulen herî pir Seîdê Nûrsî ji xwe re bi karanî û tîne jî. Lê bi xwe jî dibêje;”ji ber Seîdê Nûrsî kurd bû, ez neçûm cem wî”
5- Ataturk, hem ji Sovyetê hem jî ji Ingilistan piştgirî girt û serhildanên kurdan tune kir. Gava Şêx Seîd darve kir jî, her du hêzên dinyaya serdestan bêdeng man. Ji ber ku, gel nerêxistinkirîbû û hêza wan ya leşkerî belav bûbû.
Niha jî Erdogan bi heman siyasetê piştgiriyê hem ji hêzên Rojhilat û hem jî ji hêzên Rojava li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê digire. Rojekê li wî alî ye roja din li aliyê din e. Di siyaseta komara tirk de heta dawiyê girtina aliyekî tuneye. Bi tenê yek aliyê wan heye; tunebûna kurdan! Kîjan hêza piştgirî bide, ew li aliyê wê hêzê ne.
6- Ingilistan bi rêya serdar Noel ji Malbata Bedirxanan hin kes li dora xwe kom kiribûn, xwe wekî dostê kurdan nîşan dida û diyar dike ku, mafê kurdan ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, heye. Lê ew baş dizane ku Ingilistan ji hêla din ve jî li dijî kurdan plana qirkirina kurdan dihûnîne. Heman karwarî li dijî Rêber Apo û PKK’ê xistin meriyetê. Ango komploya di şêxsê Şêx Seîd de li dijî kurdan pêşxistibû, bi salên 1998’an re di kesayeta Rêber Apo de xwestin ku komploya ku di sala 1925’an de nîvco mabû temam bikin. Hema hema di roja ku serhildana Şêx Seîd anîn proveksyonê, Rêber Apo bi komployeke navdewletî dîl digirin, roja darvekirina Şêx Seîd jî, kirin roja dayîna cezayê darvekirinê ji Rêber Apo re.
7- Tu tilîya Ingilistan di serhildana Şêx Seîd de tune ye. (lê di provekekirina wê de rista Ingilistan heye). Lê ji bo ku gel û oldarên kurd bixapînin, her dibêjin “Ingilistan piştgirî daye Şêx Seîd”. Wê derewa xwe ji bo Rêber Apo û PKK’ê jî didomînin. Dewletên emperyal Rêber Apo dîl girtin û radestî wan kirin, ji sala 1985’an ve bi her awayî ji hêla NATO ve piştgirî tê dayîn, pirî caran bi rêya Gladiyoyê bi hêzên xwe di şerê li dijî gerîlayên azadiyê de cih digirin, dîsa jî ji bo xapandina gelên Tirkiyeyê, bi benê wê derewê girtine.
8- Roja darvekirina Şêx Seîd û 48 hevalên wî û roja dayîna cezayê darvekirinê ji Rêber Apo re anîn heman rojê. Dewletên emperyal pir bizanebûn ew roj hilbijartin. Em dizanin ku, suiqesta ku li dijî Rêbertiyê di sala 1996’an li Şamê pêkanîn jî (6’ê gulana 1996’an) rastî roja darvekirina pêşengên Tevgera Şoreşgerên Ciwan Denîz, Huseyîn û Yusuf anîbûn. Her wiha roja komployê jî rastî li şehîdkirina şoreşgerê mezin Che Guevara (li Bolîvya 9’ê cotmeha sala 1967’an), anî bûn.
Peyama ku bi hilbijartina van rojan hat dayîn
a- Ji hêla neteweyî ve aqûbeta we dê mîna ya Şêx Seîd be, DARVEKIRIN! KUŞTIN!
b- Ji enternasyonalîzmê ve jî aqûbeta we wê mîna ya Che GUEVARA BE! KUŞTIN!
Bi gotineke din; derveyî mirinê rêyeke din ji we kurdan re tuneye!
Lê Rêber Apo wek Şêx Seîd tevnegeriya; ne bi sozên dewletê bawer kir, ne jî di xwesteka dewleta kurd de ,ku ji tu pirsgirêkên kurdan û gelan re nabe çareserî, israr kir. Bi pêşxistina programa Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk re planên Ingilistan li vala hatin derxistin. Jixwe di serî de jî neyartiya Ingilistanêyê ya li hemberî Rêber Apo aşkere dibû. Ji ber ku stratejiya ku Ingilistan di Konferasa Qahîre de hûnandibû, ji hêla Rêber Apo ve dihate teşhîrkirin û vala derxistin. Ingilistan bi wê konferasê stratejiya tunekirina kurdan danîbû ber xwe. Îcar Rêber Apo rabûbû û meydan ji wê stratejîyê re dixwest. Ev ne tiştekî bihata kirin û qebûl kirin bû!
Ingilistan, di pêvajoya Şêx Seîd de rewşa jeostratejîk û jeopolîtîk ya Kurdistanê û potansiyela hêza di Kurdistanê de heye ji xwe re metirsî didît, bi paradîgma û felsefeya Rêber Apo li metirsiyên wan îdeolojiya Rêber Apo jî zêde bû.
Bi kurtasî divê em wekî civak bizanibin ku, Rêber Apo ji ber ku siyaseta Ingilistan û DYA’yê li vala derdixist, rêya îxanetê digirt û jiyana azad raberî gelan dikir, bû hedef ji hêzên komploger re. Rast e, Rêber Apo darvenekirin, lê Rêbertî di tecrîdeke girankirî de ye. Berpirsyarekî tirk ji bo tecrîda li ser Rêber Apo wiha digot; ‘Em ê rojê sed carî Apo bikujin.” Lê Rêbertî bi nûkirina paradîgmayê, derba herî mezin li pergala dewletê ya hezaran salan xist û bû Rêberê hemû mirovahiyê.
Pêngava ku dostên kurdan di 10’ê cotmeha sala 2023’yan de ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’, xwedî wê wateyê ye. Divê em bi hemû hêza xwe wê pêngavê pêş bixin û bigihînin serkeftinê. Na, heger em pêngava ji Rêbertî yê re azadî negihînin serkeftinê, em nikarin bêjin ku em li Şêx Seîd û 48 hevalên wî xwedî derdikevin.
Ji ber ku di vê hêlê de qelsiyên me hene, partiya kontra Huda Par radibe nirxên me ji xwe re bikar tîne. Îro em çiqas li dijî tecrîdê derkevin, em ê bikaribin bêjin ku, me gotina Şêx Seîd û hemû şehîdên Kurdistanê bi cihanî daye dihîstin. Şêx Seîd gotibû, ‘Wê neviyên me tola me rakin”. Tol rakirina Şêx Seîd bi pêkanîna azadiya Rêber Apo gengaz û watedar bibe.