Sal 2016, di bernameyeke televîzyonê ya zindî de Kemal Kiliçdaroglu bi halê rihetî got ku “tevî ku li dijî makezagonê ye jî daxwaza AKPê ku ji bo parlementerê HDP’ê ji meclîsê bavêjin em ê erê bikin.” Piştî vê gotina wî ya sosret destnedayina zagonî (yasal dokunulmazlık) ya wekîlên HDP’ê bi dengdayina CHP’ê hate rakirin û di serî de hevserokên HDP’ê Selehattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, Îdris Balûken, Gulser Yildirim û bi tevahî 9 wekîlên HDP ê hatin binçavkirin di pey re bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin û hînê jî di girtîgehê de ne. Ev biryara Kemal Kiliçdaroglu ku ez bawer dikim ew jî nizane ji bo çi daye ji hêla siyasetmedaran ve wek xwekuştina siyasi tê qebûlkirin.
Dîsa di 2016’an de cara yekem ku ji bo şaredariyên HDP’ê qeyûm hate avêtin û îradeya gelê kurd hate binpêkirin û piştî vê biryarê di serî de hevserokên şaredariya Amed Gulten Kışanak ê Wanê Bekir Kaya û gelek şaredarên din hatine binçavkirin û di pey re hatine girtin. Di vê bêhiqûqiyê de jî Kemal Kiliçdaroglu û CHP bê deng man.
Di sala 2019’an de cara duyem tevî ku CHP’ê bi alîkariya dengdayîna gelê kurd piştî 20 salan li bajarên di serî de wek Îstanbul, Enqere, Mersîn, Hatay, Edene û gelek deverên din şaredarî bi dest xistin jî miqabilî ku bi awayekî bêhiqûqî û bi biryareke binpêkirina îradeya gelê kurd qeyûm hatin avêtin ne Kemal Kiliçdaroglu û ne jî Ekrem İmamoglu dengê xwe dernexistin an jî bi awayekî tirsonek û bi lawazî di ber xwe de çend hevok anîn berhev. Piştî vê tirsonekiya wan jî şaredarê Amedê Selçûk Mizrakli û şaredarên din hatin binçavkirin û di pey re hatine girtin û hînê jî di girtîgehan de ne.
Siyaset tiştekî wilo ye ku di tu qadan de ne walahiyê û ne jî şaşîtiyê qebûl dike. Gava ku sîyasetmedar gavên xwe bê pîvan an jî bi çewtî bavêje ew walahî ku ew dihêlin wê ji hêla siyasetmedarên dijberî wan were dagirtin. Ji bo ku siyasetmedar rastî nerastiyên wilo nebin û di kar û xebatên xwe de walahiyê nehêlin divê ku li axaftin û biryardayinê xwe miqatebin.
Dema ku Hitler li Elmanya dest bi qirkirina siyasî dike rahîbe elman Martin Niemöller (1892-1984) dibeje ku “ cara yekem wextê ku nazî hatin û kominîst birin ez bê deng mam ji ber ku ez ne kominîst bûm. Di pey re hatin ji bo ku cihûyan bibin ez careke din bê deng mam ji ber ku ez ne cihû bûm. Paşê hatin sendîqevan birin min deng dernexist ez ne sendîqevan jî bûm. Di pey re qatolîk birin ji bo ku ez ne qatolîk bûm min dengê xwe nekir. Dawiya dawî ji bo ku min bibin hatin min xwest ku dengê xwe derxim lê mixabin li der û dora min kesek nemabû.”
Ê CHP’ê û Kılıçdaoglu û İmamoglu jî ku naxwazin mîna rahîbê elman li wan were beriya ku bi tenê bimînin divê ku dengê xwe derxînin. Berê pêşiyên kurdan gotine ku “çêkiro bi xwe kiro xerakiro bi xwe kiro.”
Dibêjin rojekê ji rojan yekî tirk yekî kurd û yekî ermen dikevin bexçê yekî tirk ji bo ku ji xwe re hinek fêkî bixwin. Xwediyê bexçe bi wan dihese. Lê ji ber ku sê kes in çavê wî di wan de nabire. Ewilî berê xwe dide ê ermen û dibêje, “evana birayê min ên misilmanin lê tu ji bo çi ketiye bexçê min û têra wî lê dixe, ê tirk û yê kurd bedeng dimînin. Piştre berê xwe dide yê kurd û dibêje ev birayê min ê tirk e tu bi çi heqî ketiye bexçê min û wî jî ji halekî dixe halekî ê tirk deng dernaxe, dawiyê berê xwe dide yê tirk û dibêje ku ma tu fedî nakî bi yekî ermen û bi yekî kurd re dikevî nav bexçê min û têra wî jî lê dixe.” Piştî ku lêxistina xwe dixwin û pêve her sê di halekî nebaş de li cem hev rûdinên ê tirk dibêje ev çawa çêbû ku yekî bi tenê li me her sêyan xist. Ê kurd bersivê dide dibêje, “ divê ku me nehiştiba li yê ermen xistiba.”
Gotinek heye dibêje, “mirov ji kî derê zirarê vegere kar e” CHP û Kiliçdaoglu jî tevî ku van çewtiyên mezin kirine jî ku bixwazin dikarin şaşiyên xwe bidin efûkirin û di hilbijartina serokwezaretî û avakirina demokrasiyeke nûjen de rê û rêbazeke rast bidin pêşiya xwe. Bila baş bizanibin ku bêyî gelê kurd ew nikarin ti tiştekî safî bikin.