13 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê

Ekrem Îmamoglû daxuyanî da û got: “Îdianameya ÎBBê bi zextê û bi îftîrayan hatiye amadekirin û ji derewên we pêk tê.”

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglû ku li Girtîgeha Marmarayê tê ragirtin, têkildarî îdianameya ÎBBê ku piştî 237 rojan hate amadekirin, daxuyanî da. Îmamoglû, got: “Îdianameyeke wisa ye ku ji îftîraên nelirêtî û bertîlê derketiye û derbasî hedefgirtina partiya avaker a komarê CHPê.” Îmamoglû, daxwaza weşana zindî kir û bang li Meclisê kir ku li peywira xwe rabe.

Îmamoglû, bi domdarî got “îdianame ji îftîrayên kesên gef lê hatine xwarin û derewan pêk tê” û got: “Danişînê zindî biweşînin da ku her kes derewên we bibîne. Hema carekê jî be ji wijdana civakê û hesta edaletê bawer bikin. Em sûcdar in an kesên lêpirsîna neheq meşandin sûcdar in, bila milet biryarê bide.” Îmamoglû, bang kir ku danişîn li ser ekranên TRTê zindî were meşandin.