25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îlhama ku Gurbetellî Ersoz dide

Xelata Rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersoz ne tenê bîranînek e; ew di heman demê de nîşaneya berbiçav a hêvî, berxwedan û biryardariya ji bo pêşerojê ye. Her rojnamegereke jin ku li ser şopa Gurbetellî Ersoz dimeşe, bi vê xelatê, namzetek e ku bibe mîmarê têkoşîna azadiyê ya siberojê.

Di seranserê dîrokê de, jinan di têkoşînên civakî, çandî, hunerî, rojnamegerî, siyasî û zanistî de ji bo dengê xwe bidin bihîstin, bi dijwariyên mezin re rû bi rû mane. Her çiqas wêrekî û berxwedana jinan gelek caran bi xelatên taybet hatibin xelatkirin jî qebûlkirina wan a di nav jiyanê de hêsan nebûye. Lê ev xelat ji aliyek ve jî girîng in. Ji ber ku van xelatan ne tenê destkeftiyên jinan ên takekesî, lê di heman demê de têkoşîna wan a ji bo hebûnê ya di nav civakê de jî sembolîze dikin. Yek ji van xelatên ku dê hêz bide jinan jî dê îsal li ser navê Gurbetellî Ersoz were dayîn.

Gurbetellî Ersoz di 11ê tîrmeha 1965an de li Xarpetê hat dinê û di hemû jiyana xwe de bi kesayeta xwe ya têkoşer li ber xwe da. Gurbetellî Ersoz a kîmyager ji komkujiyên Çernobîl û Helepçeyê pir aciz bûbû. Vê aciziyê wê ber bi lêgerînan ve dibir. Di 1990î de bi hinceta endamtiya PKKê hat girtin û piştî du salan hat berdan. Gurbetellî Ersoz dema hat berdan bi dirûşma ‘Dê rastî di tariyê de nemînin’ di rojnameya Ozgur Ulkeyê de dest bi rojnamegeriyê kir. Gurbetellî Ersoz di dîroka Tirkiyeyê de wek yekemîn gerînendeya jin navê xwe nivîsand. Îsal dê cara yekemîn rojnamegerên jin ên kurd li ser navê Gurbetellî Ersoz xelatên rojnamegeriyê bidin.

Heta niha xelatên wek Xelata Emmeline Pankhurst (Îngilistan-rojnamegerî), Xelata Nellie Bly (Amerîka-ji bo rojnamegerên wêrek) hatine dayîn. Herwiha Xelata Rojnamegerên Jin a Navneteweyî jî ji bo dengê jinan bide bihîstin tê dayîn. Lê tu xelatên ku me navê wan rêz kiriye naşibin xelata ku li ser navê Gurbetellî Ersoz tê dayîn. Gurbetellî Ersoz ne tenê bi nasnameya xwe ya rojnameger bi nasnameya xwe ya têkoşer jî ji bo hemû jinan dibe mînakek bêhempa. Têkoşîna wê hem ji bo nasnameya wê hem jî ji bo pîşeya wê dibe sembol.

Xelata Gurbetellî Ersoz, ku îsal cara yekem dê bê dayîn, rûyê bêhempa yê têkoşîna jinên kurd a li dijî zextên dewletê û wêrekiya rojnamegerên kurd jî nîşan dide. Ev xelat ji bo têkoşera bangeke ku îlhamê dide ye.

Taybetmendiya xelatê ne tenê di navê wê de ye, lê di heman demê de di şiyana wê ya ronîkirina zilm û berxwedana dîrokî ya ku jinên kurd jiyan kirine de jî heye. Li gel têkoşîna demdirêj a Çapemeniya Azad, ev xelat ne tenê sembola destkeftiyên takekesî, lê di heman demê de sembola berxwedan û hevgirtina kolektîfe jî.

Jiyana Gurbetellî Ersoz nîşanê me dide ku rojnamegeriya jinan ne tenê ragihandina nûçeyan e; ew di heman demê de têkoşîna ji bo nasname, azadî û mafan e. Ji ber vê yekê, ev xelata li ser navê wê sembola destpêka serdemeke nû ye di bihîstina dengê jinên kurd ên li çar aliyê cîhanê de.

Ev xelat ne tenê bîranînek e; ew di heman demê de nîşaneya berbiçav a hêvî, berxwedan û biryardariya ji bo pêşerojê ye. Her rojnamegereke jin ku li ser şopa Gurbetellî Ersoz dimeşe, bi vê xelatê, namzetek e ku bibe mîmarê têkoşîna azadiyê ya siberojê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê