Derhênera belgefîlma Jinwarê Nadya Derwêş derbarê belgefîlma xwe ku di 26ê Îlonê de di Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê de hate pêşandan axivî û got: “Di dinyayê de ev gundê duyemîn e ku taybet jinan ava kiriye. Jinwar bi tena serê xwe wek îlhamekê ye, min bi xwe jî îlhamê jê girt ku belgefîlmekê çêbikim.”
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku wek şoreşa jinan tê pênasekirin di 19ê Tîrmeha 2012an de dest pê kir. Piştre ji aliyê rexistin û saziyên jinan ên Rojava ve ji bo jinan û zarokan, di 10ê Adara 2017an de bi navê Jinwar gundek ava kirin. Di dîroka jinên Kurdistanê de yekemîn e û di dîroka jinên Cîhanê de duyemîn gundê jinan e ku hatiye avakirin. Em li ser mebesta avakirina gundê jinan Jinwar û li ser çîroka wê û çêkirina belgefîlmê, bi derhênerê belgefîlmê Nadya Derwêş re axivîn.
‘Jinwar li dinyayê gundê duyemîn e’
Nadya Derwêş di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku wê di gelek xebatên fîlm û projeyan de cîh girtiye û wiha got: “Di sala 2015an de min dest bi xebatên sînemayê û hunerê kir. Ez xebatên xwe di Komuna Fîlm a Rojava de berdewam dikim. Karê min jî derhênerî ye. Hemû projeyên ku li Rojava hatin çêkirin, biçûk û mezin hemû kesê cihê xwe têde girtin e. Hem çêkirina belgefîlman, fîlman hem nîşandana fîlman hem perwerdekirin di hemû aliyan de jî min cihê xwe girtiye.”
‘Em dixwazin bi rêya fîlman dengê xe bigihînin cîhanê’
Nadya Derwêş di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser xebatên Komuna Fîlman a Rojava û ev yek anîn ziman: “Ji bo xebatên belgefîlma Jinwar ez dikarim wisa bibêjim; di destpêke de gundê Jinwar, gundekî taybet ji bo jinan e hatiye avakirin. Jixwe xebateke pir girîng e, gaveke pir girîng hate avêtin, di nava şert û mercên heyî de. Zehmetiyên ku li wê derê hatine kişandin ji bo wê gaveke pir pîroz tê dîtin. Li ser wê fîlm, berhemên dîtbarî û nivîskî jî dê bên çêkirin. Wekî tê zanîn ku di dinyayê de ev gundê duyemîn e, bi taybetî jî jinan bi xwe ava kiriye. Jinwar bi tena serê xwe wek îlhamekê ye, min xwe jî wekî jinekê îlham jê girt û ev yek bû sedema ez belgefîlmê çêbikim. Bi pêşangtiya Komuna Fîlm a Rojava ev xebat hat kirin. Min ji derhêneriya wê kir. Aliyekî bi xwe çêkirina vê belgefîlmê destpêka hê gund nehatibû avakirin gav bi gav hate şopandin. Heya ku gund hat avakirin, heya ku jin hatin bicih bûn û heta jiyana xwe ava kirin. Jiyana wan çawa domand? Min ev hemû şopandin. Ev xebat jî derveyê belgefîlma Jinwar hinek fîlm, belgefîlm li ser hatin çêkirin lê şêwazê me çêkiriye destpêkê heya dawîyê hate şopandinç Ev xebata wê ya yekemîn bû, hat çêkirin. Ez wek tiştekî dîrokî dibînim. Ji bo xwe jî ji ber ku cara yekemîn di Rojava de gundek ji bo jinan tê avakirin. Bi keda destê jinan min xebatên xwe yên wekî derhêner, çêkirina fîlm jî bi çêkirina belgefîlmê jî dest pê kir, ji ber wê jî ez pir girîng û xwe bi şans dibînim. Belgefîlma Jinwarê tev li gelek festîvala jî bû, li gelek welatên cîhanê hate nîşandan. Derveyê wê jî pirtûk li ser hate nivîsandin. Piştî pirtûk li ser hate nivîsandin pirtûk standin, fîlm temaşekirin, bi zanîngehên Amerîkayê, bi zanîngehê Almanya yên beşek wek ders li ser gund û li ser fîlm hate dayîn. Jinên ku xwestin alîkariyê ji bo Rojava bişînin ev nîşandaneke taybet ji bo Jinwarê bû. Pereyên hatin komkirin wekî alîkarî taybet dema koçberiya Şehbayê, ya Helebê ji bo jin, zarokan û ji bo Rojava ji Heyva Sor hatin şandin. Ji ber wê ez dibêjim xebateke pir girîng e, wekî kes nayê diyarkirin û wekî xebatên em dibêjin ji aliyê dîtbariyê û ji aliyê hunerî de em dikarin çawa dengê xwe bigihînin. Çawa dengê gelê xwe bigehînin cîhanê. Çawa dengê xwe bigihînin cîhanê, ji ber wê jî ez vê pir xebatekî girîng dibînim. Bi taybet jî li paytexta Kurdîstanê li Amedê wek belgefîlma destpêkê hate bijartin, bi rastî jî pir kêfxweş bûm. Hestên min pir geş û xweş bûn. Bi taybetî min hejmara temaşevanan dît ku salonê tije kirin e, ev yek min kêfxweş kir. Jixwe armanca me jî ev bû ku kesên ku nikaribûn werin Jinwar bibînin, me xwest bi rêya hunerê û rêya belgefîlmê, em deng û rengê xwe bigihînin hemû jinên cîhanê.”
Komuna Fîlm a Rojava fîlmek nû amade dike
Nadya Derwêş diyar kir ku bi pêşengiya Komuna Film a Rojava amadekariya fîlmekî metraj dirêj dike û got: “Di demek kurt de em ê dest bi çêkirina fîlm bikin. Tasvîra wê qediyaye, niha jî em ê dest produksîyonê bikin. Ev fîlm jî dîsa behsa jinan dike û bi taybet qala Şoreşa Rojava dike. Saziyên jinan ku hatine avakirin û piştgiriya jinan bi hev re ye. Zarok û jin bi hev re derdikevin. Festîvala Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 5emîn îsal tê lidarxistin. Xebatên me jî ji bo festîvalê hene. Li aliyê din jî ji bo postproduksiyona fîlmê tê amedekirin. Ango bi rêya hunerê mirov dikare çîrokên xwe, çîrokên gelê xwe, êş û qehremanî, berxwedanî û hezkirin hemûyan dikare bi rêya hunerê vebêje. Ji ber wê jî bi israr, bi hezkirin, bi xwestek hem ji bo xwe û hem jî ji bo jinên din jî ez dikarim bêjim ku em xebatên xwe berdewam dikin. Ji bo xwendekaran jî bi taybetî sebir û hezkirina xebatên sînemayê pir girîng e. Lê belê beriya her tiştî jî armanca mirovan girîng e, heke em bixwazin em dikarin armanca xwe bibin serî.”