Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, têkildarî êrîşên li ser taxên kurdan û nêzîkatiya li dijî peymanên 10ê Adarê û 1ê Nîsanê nirxandin kir. Îlham Ehmed, anî ziman ku ew girêdayî peymanan in û wiha got: “Ji bo ev peyman têkevin meriyetê em tê dikoşin û em ê têbikoşin. Divê DYA jî rola navbênkariyê rast bilîze.
Îlham Ehmed, têkildarî êrîşên komên çekdar ên li dijî taxên Şêxmeqsud, Benî Zêd û Eşrefiyê ji AFPê re axivî û xwest her kes li gorî peymanan tev bigere.
