24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îlham Ehmed: Diyalog girîng e

Îlham Ehmed diyar kir ku têkildarî sûcên şer ên Dewleta Tirk wan dosya pêşkêşî aliyên pêwendîdar kirine û got: “Çareseriya Sûriyeyê di yekîtiyê de ye, li vir jin hêza çêker in.”

Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed der barê geşedanên li Sûriyeyê, sivikkirina cezayên li Sûriyeyê, helwesta hêzên navneteweyê ji bo pirsgirêka kurd, sûcên şer ên Dewleta Tirk , rola jinan a di pêşeroja Sûriyeyê de pirsên ANHAyê bersivand.

*Hûn guhertinên li Şamê çêdibin û nêzîkahiya hêzên derve ya wekî sivikkirina cezayan çawa dinirxînin?

Sûriyeyî hêvî dikin ku pêşveçûnên baş çêbibin. Pirsgirêka azadiya ramanê, parastina rûmeta mirovan, rêveberiyeke piralî ku rastiya mozaîka civaka Sûriyeyê îfade dike, rojevên girîng in.

Civata navneteweyî û dostên gelên Sûriyeyê li ser rejîma berê ceza ferz kirin da ku Sûriyeyî mafên xwe yên rewa werbigirin. Niha hinek ceza didomin, hinek jî hatin sivikkirin. Ev yek ji bo ku gelê Sûriyeyê ji nava kavilên şer derkeve û ber bi pêvajoya avakirina saxlem ve biçe, gaveke erênî ye. Em alîgirên cezayên aborî yên bi armanca terbiyekirinê tên dayîn nîn in. Eger armanca cezayan sînordarkirina zêdegaviyên desthilatê be, wê demê ceza dibin sedema tundrawiyê, nexasim tundrawiya fikrî.  Divê gavên pêşîn ji bo piştevaniya pêvajoya veguhastina siyasî bên avêtin. Îmkanên civaka navnetewî dide jî, pêwîste ji bo başkirina şertên jiyanê, jinûve avakirinê û diyaloga niştimanî bên bikaranîn.

* Di serî de Almanya û Fransa gelek welatên rojavayî bi daxuyaniyan behsa parastina Kurdan kirin, lê heman hêzan behsa sûcên dewleta Tirk nekiriye, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Em helwestên navneteweyî yên bi armanca piştevaniya mafên pêkhateyên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê erênî dibînin. Lê mixabin hîna di navbera daxuyanî û pêkanînan de valahiyeke mezin heye. Dewleta Tirk li dijî sivîlan sûcên mezin dike. Welatiyan topbaran û bombebaran dike, demografiyê diguherîne, binesaziya herêmê û qadên jiyanê hedef digire. Lê me tu helwesteke zelal an jî tedbîrên pêşîgirtinê yên welatên rojavayî nedîtiye. Ev yek dirûtî ye û dewleta Tirk teşwîq dike ku siyasetên xwe yên dijminane bidomîne. Mafê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê heye ku li vî welatî beşdarî sazkirina siberoja siyasî bibin.

*Gelo we mijara hebûna biyaniyên li Sûriyeyê, bi taybet hebûna Tirkiyeyê ya li xaka Sûriyeyê, her wiha vegera koçberan aniye rojevê?

Belê, ev dosya her tim li ser maseya nîqaşên me yên bi hêzên navneteweyî yên weke NY, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û dewletên Ewropî re ye. Em dibêjin ku dagirkirina herêmên weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dewleta Tirk ve, binpêkirina qanûnên navneteweyî ye û divê ev dagirkerî bê bidawîkirin, welatiyên bi darê zorê hatine koçberkirin bi awayekî ewle vegerin warên xwe. Piştî guhertinên li Sûriyeyê rêjeyeke mezin a Sûriyeyiyên penaber vegeriyane malên xwe, lê li herêmên di bin dagirkeriya komên bi piştevaniya dewleta Tirk de, koçber rewşên dijwar dijîn. Lewma em bang li NYˋê, Koalîsyona Navneteweyî û rêveberiya nû ya Şamê dikin ku ji bo vegera van koçberan rola garantor bilîzin.

*Gelo we der barê sûcên şer ên ku dewleta Tirk li dijî xelkê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dike yên wekî komkujî, guhertina demografiyayê, hedefgirtina binesaziyê û bendava Tişrînê de, dosya pêşkêşî tu aliyan kiriye yan na?

Li cem me delîlên belgekirî yên der barê sûcên dewleta Tirk û komên girêdayî wê de hene û me ev dosya pêşkêşî NY, rêxistinên mafên mirovan û dewletên xwedî bandor kirine. Têkildarî Bendava Tişrînê jî, me gelek caran hişyarî dane. Êrişên li ser bendavê wê bi xwe re karesateke jîngehî û mirov bîne. Eger dewleta Tirk piştevaniya komên çete bidawî bike, dê rola wê di pêkanîna aştiya li Sûriyeyê de hebe. Êrişên li ser navendên enerjiyê zirarê didin tevahî Sûriyeyiyan. Em bi hêvî ne êrişên li dijî herêmê bi dawî bibin da ku em dest bi diyalogên cidî yên ji bo avakirina Sûriyeya nû bikin.

Wekî din li Şamê axaftina kujer û sûcdarên şer, ji bo vê rêveberiyê nîşaneyeke neyênî ye. Hin kes di lîsteyên reş de ne û destên wan di xwîna jinên siyasetmedar de heye. Yek ji wan kujerê siyasetmedar Hevîn Xelef e.

* Li Amerîkayê rêveberiya nû dest bi kar kir. Li gorî we, wê di siyaseta Amerîkayê ya Sûriye, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de guhertin çêbibin?

DYA, li hember Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hem di aliyê şerê li dijî DAIŞˋê hem jî piştgiriya îstîqrarê de xwedî gotin e. Lê em siyaseta Amerîkayê nizanin, dibe ku li gorî berjewendiyên jeosiyasî bên guhertin. Heta niha tu nîşaneyên aşkera yên guhertinê nîn in. Têkiliya me bi hevkarên me yên navnetewî re ji bo piştevaniya doza me, didome.

* Gelo we bi rêveberiya Amerîkayê re mijara girtîgehên ku DAIŞˋî tê de ne, aniye rojevê?

Di navbera me û rêveberiya heyî de nîqaş li ser gelek dosyayên tên kirin. Yek ji wan jî dosyaya girtîgehan e. Me îsbat kir ku dikarin şerê terorê bikin û rê li pêş jinûve birêxistinbûna DAIŞˋê bigirin. Derbarê rewşa girtiyên DAIŞê, bi taybet cihên ragirtina endamên DAIŞˋê de, pêdivî bi demê, diyalog û alîkariyê heye.

* Gelo hûn plan dikin ku serdana welatên Ereban bikin?

Têkiliyên me bi gelek dewletên Ereban re didomin. Çareseriya li Sûriyeyê bêyî hewldanên cîhana Erebî ne pêkan e. Mijara serdanan her tim di rojeva me de ye. Piştevaniya dewletên Ereb ji pêvajoya aştiyê û veguhastina siyasî ya Sûriyeyê re xwedî girîngiyeke mezin e. Em bi hêvî ne ku ji bo pêkanîna pêvajoya veguhastinê, veguherîna demokratîk û bidawîkirina şer piştgirî bê dayîn.

* Gelên li herêma Beravê (Sahîl) û Siweyda yên Sûriyeyê jî daxwaza maf û azadiyan dikin, bang dikin. Bersiva we ji bo van bangan çiye, hûn çawa dikarin alîkariya wan bikin?

Em bangên wan bi awayekî cidî dinirxînin, mafdar in. Sûriye di qonaxeke nû ya guhertinê de ye. Beşdariya wan pêkhateyan di pêvajoya siyasî de pir girîng e. Divê dawî li binpêkirinên li dijî wan tên kirin, bê û rê li ber aloziyên bi navê binpêkirinên takakesî bê girtin. Em diyar dikin ku em ê li kêlek her kesek bindest bin û bi rêveberiya heyî re ji bo pêkanîna van rêgezan hevkar bin.

* Li Sûriyeyê jin xwedî hêzek diyar in. Gavên ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê dane destpêkirin, wê çiqas bandorê çêbikin?

Di salên borî de ji ber şer û aloziyên li Sûriyeyê, gelek çandên cuda derbasî nava civaka Sûriyeyê bûn. Ew yek bi rêya aliyên olperest pêk hat. Belê, rêjeyeke mezin ji civaka Sûriyeyê Musliman e, lê ne tundraw bûn. Lê aliyên olperest çanda xwe destpêkê li ser jinan ferz kirin. Li dijî derfet çêbûn ku jinên Sûriyeyî xwe bi rêxistin bikin û têgihîştina xwe zêde bikin. Niha jî em gihîştine qonaxa ku em mafên xwe di destûrê de misoger bikin. Firset heye ku jin hêza xwe nîşan bidin.

Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat kir ku di siyaset, parastina xakê yan jî avakirina rêveberiyek demokratîk de hêzeke sereke ne. Tecrûbeya me ya di Rêveberiya Xweser de nîşan dide ku bihêzkirina jinan klîta çareseriya krîza Sûriyeyê ye. Jin aramî, edalet û beşdariya rasteqîn esas digirin.

* Gelo ji bo gel û û bi taybet jinên Sûriyeyî peyama we çi ye?

Em ji gelê Sûriyeyê re dibêjin; aqûbeta Sûriyeyê di destê wê de ye. Yekîtiya me tekane rêya xelasiya ji dagirkerî, destpotî û terorê ye. Em dibêjin; diyalog û xebata hevbeş ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî çareserî ye.

Em ji jinên Sûriyeyî re jî dibêjin; hûn çêkerên guhertinê ne. Nehêlin tu kes we dûr bixe an jî bêdeng bike. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jinan xwe îsbat kir ku dikarin pêşengtiyê bikin, hûn jî dikarin di avakirina siberoja Sûriyeya azad de pêşengtiyê bikin.