10 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îlahî Commadia navê dojeha li Kurdistanê ye

Dojeha Dantê heft qat in, ÊTÛN, çar qat in. Di dojeha Dantê de “araf” heye, di dojeha êtûnê de “araf” nîne. Bingeh yek e. Bi rîtûelên kozmîk tunekirina erdnîgarî û gelan heye.

Mixabin li cîhanê, bi taybetî li welatên wekî Tirkiyeyê, li şûna demokrasî, edalet, maf û wekheviyê; çek, şer û qirkirin hikûmran e. Tirkiyeyê, xwe hişmendiyek “axir zaman e” û agirê dojehê ixrac dike! Ji bo vê jî, her roj, ayetên ilahî dinivîse. Reîs Erdogan jî bûye kelamettulahê atomîk û bîrdozên nû dinivîse û ji îslamê re dike mal. Yanî bîrdoza Kant “Agnostîk Antinom” jî berteref kiriye, kozmo-kelametullahan dinivîse. (1)

Bi deqîq-ul kelam, li ser mîmbera mirovaniyê bi dengekî bilind, vekirî û aşkere dibêje, “Ez ê gel kurd ji ser rûyê erdê cîhanê tune bikim. Li hemberî ku ev kelam, li dijî ontolojî, kozmolojî, epîstomolojî ya ola Îlamê ye jî, reîs Erdogan, van gotinan bikar tîne. Ev gotin kuştina jiyan û mirovaniyê ye, li dijî ahlak û siyasetê, li dijî modernîte û şaristaniyê ye.

Gelo, ev ne avakirina dojeha Dante ye, ne pêxistina agirê dojehî yê ÊTÛNê ye!

Herçiqasî Dantê ji “ÊTÛN”ên li Kurdistanê agahdar nîne jî, dojeha xwe, di temtêl û terza “ÊTÛN”ên Kurdistanê avakiriye. Îlahî Commadia, şolena hişmendiyê ye. Dîsa jî balê dikişîne ser anarşî, tevlîhevî, wêranî û sucên li dijî mirovaniyê. “ÊTÛN” jî şolena şewitandina dar, kevir û axê ye. Êtun, ocaxa bidestxistina kilsê ye. Kils ji di mîmariya Kurdan de, bingeh e û dema ev rê û rebaz hate dîtin, biqasî şoreşa karsaziyê, bandor li herêma Mezopotamya û Kurdistanê kir. Lê piştre hate dîtin ku “ÊTÛN” di qirkirina daristan û erdnîgariyê de dojeh e.

Helbestvanekî kurd, li ser “ÊTÛN”an helbest ne nivîsî ne. Lê dojeha Dantê baş dizanin. Dojeha Êtûnan parçeyek ji jiyana civaka kurd e. Di vê rastiyê de, dojeha ku sed sal in, bi destê dijminên har û dirinde hatiye avakirin, di rengê êtûnan de ye. Bi kiryarên trajedik ên dojehî dewam dikin.

Dojeha Dantê heft qat in, ÊTÛN, çar qat in. Di dojeha Dantê de “araf” heye, di dojeha êtûnê de “araf” nîne. Bingeh yek e. Bi rîtûelên kozmîk tunekirina erdnîgarî û gelan heye. Dantê, felsefeya Arîstoteles esas girtiye. Iblîs kiriye navenda cîhanê. Lê di serdema me de, îblîs-xwîzik li çar aliyên cîhanê pîkolê dike. Agirê dojerî gûr û geş dike.

Guman dikim ku gelek kes nizanin “ÊTUN” çi ye. Em hinekî vebêjin. “Êtûn” ocaxa bidestxistina kilsê ye. Kils jî di pêşketina mîmariya kurdan de bingeh e. Êtûn li ser çar qatan tê avakirin. Veke Îlahî Comaddia Dantê, bingeh qonçalek kur e û di erdê de tê kolan heye. Li ser devê qonçalê, biqasî nîv qamê kemberekê bi kevirên mezin tê avakirin. Piştî wê kemberê bedena “êtûnê, bi kevirên normal û her diçe biçûk dibin tê avakirin. Qata sêyemîn yê êtûnê jî, qubîkî tê avakirin, kevirên qubikê jî hin ferşikî ne, hin normal û biçûk in, herî dawî kevirê “xitmê” yê temamkirina avaniyê tê danîn.

Hostayên êtûnan jî taybet nin. Êtûn sê rojan bi çilo û darên hatine birin û du sê mehan li ber rojê hatine hişkirin têne şewitandin. Agirê di qonçala binê êtûnê de, bi sexmeyên dirêj û serê wan hesinî û duçiqilî, “xotî” qonçalê tê kirin, agir li serê êtûna çar qatî dilîze.

Kevir dihelin dibine kils.

Sembola Îlahî Commadia jî, ya êtûnê jî agir e. Agir jî diyalektîka sîstema qirkirinan e. Hovên dirinde yên li dojeha Dantê, leopar-piling û gûr in. Li Kurdistanê jî, dirinde, gur in, çêlikên dêlegura Asena ne. Yanî fîgur ji hev cûda nînin. Kesên li arafa dojeha Kurdistanê, her çiqasî fîgurên mankurt û kesên li ser sifra guran rûniştî hebin jî, ew di agirê êtûna dilê xwe de dişewitin, Wijdanê wan weke kêrmêş û mozên şandelîkan, dilê wan, cihên herî hessas yên bedena wan gez dikin.

Kêhaneta dojeha êtûnan, derfetê nade tu kesî ku di “araf” de rûnin. Agir ne îhanetê, ne sûcên li dijîmirovaniyê, ne jî hêrs û kîna li hemberî gelan efû nake. Ji ber ku ew kes, grafîkên hêvî şikandin ne û copya mirovan e. Li gorî baweriya Kurdan, erd jî wan mirovên, di dil û mejiyê xwe kebîs, di malê cîhanê de bi bexîli dijîn, qebûl nake.

Vêce Ilah Commadia, 71 caran bi Ingilîzî hatiye wergerandin, 7 caran bi zimanê Tirkî hatiye wergerandin û dibêjin; di navbera berhema Dantê û berhema feylesofê Ereb, Ebul Ala el-Ma’arrî “Rîsaletu’l Gûfran” û rîsaleyên Saîdî Kurdî de têkilî hene hene.

Li gorî rîsyaleyên Seîdî Kurdî, hemû kelamên atomîk yên Erdogan, gunehkarî ne û cihê wê li navendadojehê, di kêleka iblîs-xwîzik de ye. Vêce, Dantê, piştî El-Maarî bi 300 salî, Sêîdê Kurdî jî piştî Dantê, bi 600 salî hatine cîhanê.  Lê rewşa cîhanê ne hatiye guhertin, dawî li trajediyên bi serê mirovahiyê tên jî, ne hatine rawestandin.

Di sedsala 21mîn de, Abdullah Ocalan, ne bi zimanê helbesta hîcîv- yarî, ne di rengê vecda olî de, direk bi mînakên dîrokî û rastiya civakan, rewşa cîhanê û mirovaniyê daniye holê.

Di rewşa El-Maarî, Dantê, Seîdê Kurdî û Abdullah Ocalan de yek wekhevî Heye. Tunebûna bextewarî, xweş û aramiya di jiyanê de ye. Di navbera Seîdê Kurdî, Dantê, El Maarî û Ocalan de, di wesif û fikirê olî de cûdatî henee. Her sê Feylesofan jî, xisleta civakan girtine dest. Lê El Maarî, Dantê û Saidê Kurdî, ezman û Xweda kirine amurên xwe.

Abdullah Ocalan, dîrok kiriye amurê xwe. Her sê feylesof, sîstemê, hunandina olîgarşîk û burokrasî, weke parçeyên, dagirkirin, wêrankirin, talankirinû dibini û desthilatdaraan gunehkar dikin dixwazin çavên korên bi çav vekin. Dixwazin destên pênûsê digirin fêrî wêjeya ji agir bikin. Em bi gotinek helbestvanî bêjin; her sê feylesofan, pora xwe bi rengê şev û rojê boyax kirine, divê em li ser felsefeya wan baş rawestin.

Cîhan di nava sefeletek giran de û sefalat li Kurdistan û Xezayê çend qatan ji sefelata cîhanê dijwartir e. Di vê serdema ku tê gotin, Ewropa dînamîzma xwe winda kiriye de, bekçiyên faşîzma paşayên Osmanî, mîratzadeyên Îttîhat û Terakî, bi nefret û kîneke mezin êrîşî gelê Kurd dikin. Bi diruşmeya “haydin kizil elma ye” tevdigerin û dibêjin, her dera kurd lê hene menzîla me ye. Dema, em Ilhadî Commadia Dantê dinêrin, li qatên wê yê dojehî digarin, em dibînin û dojeha li Kurdistanê ye û bi agirê dojehî yên ÊTÛNê, hem gelê Kurd, hem, erdnîgariya Kurd tê tunekirin.