13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îktidara kujer a zarokên kurd

Di serdema desthilata AKP-MHP’ê de gelek zarokên kurd hatin kuştin û kujerên zarokan nehatin cezakirin. Li şûna kujeran, zarokên kurd digirin û ceza li wan dibirin.

Desthilata AKP-MHP’ê ji bo domandina desthilatdariya xwe serî li hemû rêbazên dijmirovahiyê dide. Hemû beşên civakê ji 7 salî heta 70 salî bi faşîzma desthilata AKP-MHP’ê rû bi rû dimînin. Di pêvajoya berxwedana bajaran de serokomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan di axaftineke xwe de bi gotina; “Jin jî bin, zarok jî bin wê hêzên me yên ewlehiyê çi pêwîst bike dê bikin” fermana kuştina zarokan dabû. Ji wê rojê heta niha gelek zarokên kurd ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatin kuştin. Di serdema desthilata AKP’ê bê hejmar zarokên kurd hatin kuştin an jî avêtin girtîgehan û cezayên giran li wan hatin birîn.

Hêzên ewlehiyên yên girêdayî desthilata AKP-MHP’ê zarokên kurdan dikujin û çekê datînin ser cenazeyên wan. Lê heta niha kujerên zarokên kurdan nehatine cezakirin. Hêzên dewletê ne tenê zarokan dikujin, ji ber cil û bergên kurdî yan jî, axaftina bi kurdî li kolanê îşkenceyê li zarokan dikin. Li şûna îşkencekar bên girtin, bi destên dozger û dadgeran ji hêla desthilata AKP-MHP’ê ve tên parastin. Ev jî cesaretê dide kujer û îşkencekaran. Ev hewldan rê li ber zêdebûna kuştina zarokên kurd vedike.

Saziyên sivîl der barê bûyerên kuştin û girtina zarokan de lêkolînê dikin û encamên lêkolînên xwe ji raya giştî re aşkera dikin. Ji van saziyan yek jê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ye. ÎHD têkildarî îşkence, girtin, kuştin û birîndarkirinê yên ji 2017’an heta 2021’ê li bakurê Kurdistanê qewimîne raporek amade kir. ÎHD’ê daxuyand ku di nava 4 salan de herî kêm 132 zarok hatine kuştin û 385 zarok jî birîndar bûne. Di heman raporê de hat ragihandin ku herî kêm 71 zarok bi îşkence û muameleya xirab re rû bi rû mane. Ji wan 29 heb di binçavan de, 8 heb di girtîgehan de û 34 jî li derveyî cihê binçavkirinan de qewimîne. Rapora ÎHD’ê rastiya desthilata AKP-MHP’ê ya li hemberî zarokên kurd radixe berçavan. Tê payin ku hejmara zarokên kurd hîn zêdetir e.

Hem dikujin hem ser bûyerê digirin

Deshilata AKP-MHP’ê zarokên kurd dikujin û çekê davêjin ser cenazeyên wan. Ev bûyera dermirovahî di pêvajoya berxwedana bajaran a li Hezexa Şirnexê derket holê. Keça kurd Fatma Elarslan (13) di 7’ê adara 2016’an de tevî 10 kesan li hewşa malekê kuştî hatibûn dîtin. Malbatê têkildarî kuştina keça xwe derbarê kujeran de li dozgeriyê serlêdana sûc kir. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê di tîrmeha 2020’an de îdia dike ku Elarslan “endama rêxistinê ye” biryar neşopandina lêpirsînê da. Bi vê bûyerê careke din piştrast bû ku kujer ji hêla dozger ve tê parastin.

Cezayê giran li Îçlî birîn

Desthilata AKP-MHP’ê zarokên kurd ên ku nakujin davêjin girtîgehan û cezayên giran li wan dibirin. Ji van zarokan yek jê Mazlûm Îçlî (14) ye. Hunermendê temenbiçûk bi îdiaya ku di bûyerên 6-8 cotmeha 2014’an de Yasîn Boru û 2 hizbulkontrayên din kuştiye di 8’ê kanûna 2014’an de hate girtin. Dema ku ev kontra hatin kuştin Îçlî bi bavê xwe re li gundekî Pasûra Amedê li dawetê stran digotin. Ligel ku parêzerên Îçlî belgeyên ku wê demê li dawetê bû pêşkêşî dadgehê kirin jî dîsa cezayê muebeta giran lê birîn. Dadgeha Bilind jî belgeyên îdiayên dozger vala derdixe ji neditî ve hat û cezayê wî erê kir. Îçlî hîn jî di girtîgehê de ye.

Zarok terkî mirinê kirin

Bûyera îşkencekirina zarokên kurd a dema herî nêz di 21’ê Adarê Roja Newrozê de pêk hat. Zarokê bi navê Y.D. (14) li navçeya Licê ya Amedê dijî şeva Newrozê dema bi hevalê xwe yê 10 salî re vedigeriya malê ji aliyê polîsan ve hat revandin û îşkence li wan kirin. Zarokê ku bê sedem revandin pêşî birin zeviyeke li ser riya gund. Piştre polîsan li Y.D. ferz kirin ku bêje tirk e û bi gotina “Çêrî kurdan bike, sirûda tirkan bixwîne” li wî dan. Polîsan dev, dest û lingên Y.D. girêdan û îşkenceya xedar lê kirin. Dawiyê birin kêleka çem, avêtin çalekê û li wir terkî mirinê kirin. Y.D. bi derfetên xwe dest û lingê xwe vekir û xwe gihand kesên li nêzî wir bûn. Her çiqasî Y.D. polîsên îşkencekar teşhîs kir û giliyê wan kir jî îşkencekar nehatin girtin. Ji îşkencekaran 3 hatin girtin, 2 jê jî li derve ne û bi rihetî li nav civakê digerin.

Kuştin, îşkence û girtina zarokên kurd nîşan dide ku bê desthilata AKP-MHP’ê çiqasî ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê xetereye. Ji bo pêşîgirtina vê xetereyê û hesabpirsînê dema herî guncav hilbijartinên 14’ê Gulanê ye. Ji bo divê herkes dengê bide Partiya Çep a Kesk.