Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlîoglu, têkildarî serlêdanên bo Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) û naveroka serlêdanan di 25ê gulanê de pêşniyar-pirs da Serokatiya Meclisê.
Di 17ê hezîranê de bersiva serlêdanê hat dayîn. Li gorî bersivê ji destpêka serdema 24emîn heta îro 46 hezar û 753 serlêdan ji bo ÎHÎKê hatine kirin. Ji van serlêdanan jê 40 hezar û 213 heb ji aliyê welatiyan û saziyan, 6 hezar û 540 heb jî ji aliyê parlamenteran ve hatine kirin.
Di bersivê de agahiyên têkildarî naveroka serlêdanan nehate dayîn. Di nava serlêdanan de herî zêde têkildarî binpêkirinên mafên girtî û hikûmxwaran hatine kirin. Ji bo binpêkirinên mafên girtiyan 2 hezar û 949 serlêdan hatine kirin.
Di serdema 25emîn de, 442 serlêdan hatin kirin, ku di encamê de 455 binpêkirin çêbûn. Binpêkirinên girtîgehan di vê serdemê de hejmara herî zêde ya binpêkirinan pêk anîn. Di vê çarçoveyê de di tevahiya serdemê de 260 serlêdan hatin kirin.
Di serdema 26emîn de, 11,213 serlêdan hatin kirin ku di encamê de 16,230 binpêkirin çêbûne. Di nava van de 3,764 binpêkirinên azadiya ciwarbûn û rêwîtiyê ye, 167 binpêkirinên mafê jiyanê, 3,955 binpêkirinên azadiya kar û peymanê, 3,861 binpêkirinên mafên girtî û hikûmxwaran, 2,116 binpêkirinên mafê darizandineke adil û 464 binpêkirinên azadî û ewlehiya kesane hebûn.
Di bersivê de daneyên ji serdanên girtîgehan ji aliyê komîsyonên di bin Komîsyona Mafên Mirovan (ÎHÎK) jî hebûn. Di hemû serdeman de, 21 hezar û 642 binpêkirinên têkildarî girtî û hikûmxwaran hatine tespît kirin. Tevî vê hejmara binpêkirinan, komîsyon tenê 153 caran serdana girtîgehan kirine.