Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 469’emîn de li ber avahiya Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Înîsiyatîfê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Abdulhalîm Kaya yê ji sedî 93 astengdar e û niha li Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M’yê tê ragirtin.
Hevserokê ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci daxuyanî xwend û mirina girtiyê nexweş Şakir Turan ê li Girtîgeha Erzînganê dihat ragirtin bi bîr xist.
Nikare di zindanê de bimîne
Yazmaci bal kişand ser rewşa Abdulhalîm Kaya û destnîşan kir ku tevî ku Kaya nexweş e û temenê wî extiyar e jî bi tena serê xwe tê ragirtin. Yazmaci anî ziman ku li gel rapora astengiyê ya ji sedî 93’ê ya Kaya heye jî nayê berdan û nikare bi tena serê xwe bimîne û hewcedariyên xwe rojane pêk bîne. Yazmaci diyar kir ku ew dixwazin ku girtiyê nexweş Kaya û hemû girtiyên din ên nexweş demildest bên berdan.