Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, bi mûnasebeta 20’ê Îlonê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê, rapora xwe ya der barê binpekirinên mafên zarokan ên di navbera salên 2017 û 2021’an de yên li bakurê Kurdistanê pêk hatine de amade kiribû, bi daxuyaniyekê aşkera kir. Daxuyanî ji aliyê serokê Şaxê Abdûllah Zeytûn û Endamê Komîsyon Zarokan a Şaxê Eylûl Ozgul Tekîn ve li avahiyê komeleyê hat aşkerakirin.
Zeytûn, di axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirinên mafan û ev tişt gotin: “Em ji bo ku binpêkirinên tên kirin bên famkirin û guherandina sedemên van polîtîkayan pêşniyarên xwe parve dikin. Divê şer û pevçûnên têkildarî pirsgirêkan kurdan bên bidawîkirin, mafên zarokan bi awayek aştiyane, bi parastina mafên wan esas girtinê bên amadekirin.”
‘Zarok dibin hedef’
Endama Komisyona Mafên Zarokan Eylul Ozgultekîn jî bal kişand ser astengkirina mafên jiyanê yên zarokan û diyar kir ku li Kurdistanên herî kêm mafê jiyanê tê binpêkirin û mafê 132 zarokan ên jiyanê hatiye binpêkirin û wiha pê de çû: “Di herêma me de ji ber şer û pevçûnan di serî de mafê jiyanê mafên bingehîn ên zarokan tên binpêkirin. Di şerê derbasî jîngehan bûye de zarok dibin hedefa şerê bi çekî, bi teqemeniyan birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin.”
Binpêkirinên mafan
Ozgultekîn, destnîşan kir ku ew rapora wan ji serlêdanên ku di nav salên 2017’an û 2021’an de ji li komeleya wan hatine kirin û agahiyên ji medyayê hatine tomarkirin pêk tê û di berdewamê de ev tişt gotin:
“Dema qedexeyên derketina derve de şer de 2 zarok, di înfazên bê darizandin ên bi destê polîs û cendirmeyan de 2 zarok, di çalakiyên bi bombeyî de 4 zarok, bi teqîna mayîn û teqemeniyên bêxwedî hatine hiştin de 13 zarok jiyana xwe ji dest dan û têkildarî van bûyeran bi giştî 32 zarok birîdar bûn. Di encama îxmalkariyê jî 19 zarok jiyana xwe ji dest dan 265 zarok jî birîndar bûn. Di 20 bûyerên wesayîtên zirxî yên polîs û leşkeran de 12 zarok jiyana xwe ji dest dan û 12 zarok jî bi giranî birîndar bûn.
26 zarok bi biguman, 30 zarok bi xwekuştinê,16 zarok bi tundiya di nava malê de, 20 zarok di çalakiyên derve de jiyana xwe ji dest dan û 77 zarok jî di van bûyeran de birîndar bûn. 43 zarok rastî destdirêjahiya nava malê hatin, 613 zarok di qadên civakî de rastî destdirêjiyê hatin 17 zarok bi revandinê hatine desteserkirin, 5 zarok mecbûrê fihûşê hatine kirin.
Binçavkirina zarokan
Li Kurdistanê 157 zarok hatin binçavkirin, 14 ji wan hatin girtin. 71 zarok di van binçavkirinan de rastî îşkenceyê hatin. 6 zarok li dibistanê rastî tundiyê hatin. Li gorî Rapora Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) a 12’ê hezîranê parve kiriye di nava salên 2013’an û 2021’an de li li tevahiya Tirkiyeyê 176 zarok jiyana xwe ji dest dan. Li Kurdistanê 132 zarok jiyana xwe ji dest dan û 385 zarok jî birîndar bûn.”
Daxwaza girtina tevdîran
Di dawiya axaftina xwe de jî Ozgultekîn ji bo pêşî li binpêkirinên mafên jiyanê yên zarokan bên girtin ev tevbîr rêz kirin:
“Divê dijî mayînê derve û nêzî jîngehan berpirsyariyên peymana OTTOWA’yê bên pêkanîn,
Divê wesayitên zirxî li bajaran bên qedexekirin û lêpirsînên bibandor dijî kuştin û birîndarkirinên bi van wesayîtan pêk hatine werin destpêkirin.
Divê dijî her binpêkirinên mafên zarokan lêpirsînên bibandor bên destpêkirin, bi darizandinên adîlane û lezgîn pêşî li van binpêkirinan bê girtin.
Divê hişyariyên ser Madeyên Peymana Mafên Zarokan ên 17-29-30’an bên pêkanîn, pêdiviyên Peymana Lanzarote’yê ya dijî bên pêkanîn, li dibistananan perwerdeya zatendî û perwerdeya xwe ji êrişên zayendî parastinê jî têkeve di nava bernameyên dersan.
Divê muameleya xirab û îşkenceya di binçavkirinê de, derveyî cihên binçavkirinê de, di girtîgehan de yên ku zarok rûbirû dimînin bi lêpirsînên edlî û îdarî bên lêkolînkirin.”