17 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHDa Îzmîrê: Divê pêvajoya lêpirsînê şefaf be

ÎHDa Îzmîrê derbarê kuştina hevserokê şaxa xwe yê berê Ali Aydin de daxuyaniyek da û banga banga ronîkirina bûyerê kir.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê derbarê kûştina hevserokê xwe yê berê Alî Aydin de li avahiya xwe daxuyanî da. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa ÎHDa Îzmîrê Ahmet Rodî Polat daxuyanî xwend.

Ahmet Rodî Polat da zanîn ku gelek gumanên derbarê kuştina Alî Aydin de hene û got: “Alî Aydin li saziyên cûr bi cûr ji bo mafê mirov têkoşiya, jiyana xwe ji bo dozên mafê mirovan bexş kir. Dema mirov van û nasnameya wî ya Elewîbûnê dide ber çavan guman li me peyda dibin û em dibêjin ev bûyer ne rasterast bûyereke minferît e. Lewma jî her çiqasî em nikaribin xwe bighînin encamekê jî tije pirs di serê me de ne. Li Tirkiyeyê gelek caran parezvanên mafê mirov rastî heman gef, tundî û êrişan hatin. Ji roja ku ÎHD ava bûye bi heman awayan me 26 rêhevalên xwe binax kir. Alî Aydin jî kesê 27emîn e.”

Ahmet Rodî Polat diyar kir ku kuştina Alî Aydin jî kuştinên din ên siyasî qut nîn e û got: “Jixwe tevgerên gumanbar ên li korîdorên edliyeyê, yên li nexweşxaneyê, gotinên wî yên di pêvajoya lêpirsînê û ji dirûşmeyên ku berzkirî xweş diyar e, dibe ku li pişt wî hinek kes û komên din hebin.”

Ahmet Rodî Polat daxwazên komeleyê wiha rêz kir: “Divê pêvajoya lêpirsînê şefaf be, divê Serdozgeriya Karşiyaka ya Îzmîrê bi awayeke bêalî tevbigere, biryara xefkirina dosyayê divê ne ji ber xefkirina rastiyan lê ji ber girtina gumanbaran bê bi kar anîn. Banga me li meqamên darizandinê, ji bo edalet pêk were ne tenê gumanbaran bigrin, kesên ku li pişt wan jî tesbît bikin. Ev yek li dijî malbata Alî Aydin û civata mafên mirovan e û ronîkirina bûyerê mesûliyeta me tevan e.”