5 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD û xizmên windayan xwestin kiryan bên darizanin

Şaxên ÎHDê yên Amed û Êlihê, Nûnertiya Geverê û xizmên windayan li aqûbeta Feysel Aslan, Vahit Narîn û Yilmaz Gumuş ên ku di salên 1990î de hatin windakirin û kuştin pirsîn.

Çalakiyên ku ji aliyê şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed û Êlihê û Nûnertiya Geverê û xizmên windayan ve ên bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” tên lidarxistin, vê hefteyeê jî berdewam kirin. Xizmên windayan, bi wêneyên xizmên xwe yên winda û pankarta bi nivîsa “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” kom bûn û li aqûbeta xizmên xwe yên winda û yên ku hatine qetilkirin pirsin û xwestin ku kiryar bên cezakirin.

Çalakiya 869emîn ku li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amed hat lidarxistin, çîroka Vahit Narîn ê ku di 3yê Cotmeha 1992yan de li navçeya Pasûr a Amed ji aliyê leşkeran ve li otêla xwe hat înfazkirin û ligel cenazeyê wî otêla wî hat şewitandin, hat vegotin. Rêvebera Şaxa ÎHD a Amed Eylem Kayayê çîroka Narîn vegot. Eylem Narînê diyar kir ku piştî pevçûneke li navçeyê di 2yê Cotmeha 1992yan de, qedexeya derketina derve ya çar rojan hat ragihandin û got ku piştî qedexeya derketina derve, leşkeran êrişî navçeyê kirin, kargeh hatin şewitandin û kes hatin binçavkirin. Eylem Kayayê diyar kir ku Otêla Narîn, yekane otêla navçeyê, di bûyerê de hat şewitandin û got: “Wê rojê, dema ku gule li pencereyan ketin, her kesê di otêlê de xwe li jêrzemînê girt. Roja pevçûnê, dora saet 2.00yê piştî nîvro, sê çawişên pispor bi lêdana derî ketin jêrzemîna Otêla Narînê. Leşkeran mêvanên otêlê yên di jêrzemînê de birin lobiyê û dûv re bi qûndexên tifingan li pişta wan dan, her kes neçar kirin ku xwe deverû li erdê dirêj bikin. Du çawişên pispor Vahît Narîn birin pişt lobiyê. Di wê gavê de, du caran dengê çekê hat bihîstin. Vahit Narin ji aliyê du çawişên pispor ve tê kuştin. Rûniştvanên otêlê dibin qereqola polîsan. Kurkên kurmê hevrîşimê yên di depoya otêlê de ji aliyê leşkeran ve li hemû odeyan tên belavkirin û kurk tên şewitandin. Otêla ku cenazeyê Vahit Narin lê hat dîtin tê şewitandin. Dû re dozgerî ji bo otopsiyê gazî malbatê dike. Kurê Vahit Narin ku beşdarî otopsiyê bû, gilî dike. Ev pêvajoya ku bi salan dom dike, tu encam nade. Dûv re malbat dozê dibe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMMEyê Tirkiyeyê ji ber vê dozê mehkûm kir.”

Çalakiya rûniştinê piştî çalakiya protestoyî bi dawî bû.

Li Êlihê aqûbeta Yilmaz Gumuş pirsîn

Li Êlihê çalakiya ku 705emîn li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê pêk hat. Di çalakiyê de li aqûbeta Yilmaz Gumuş ê ku di 21ê Cotmeha 1993yan de, di 17 saliya xwe de, li taxa Yeşiltepe ya Êlihê winda bû, hat pirsîn. Rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê Alî Karadogan çîroka Gumuş vegot. Karadogan, çîrokê bi devê bavê Gumuş, Fahrettin Gumuş vegot: “Kurê min Yilmaz Gumuş di sala 1976an de ji dayik bû. Dema ku winda bû, ew 17 salî bû. Li Êlihê li studyoyeke wênekêşiyê dixebitî. Di 21’ê Cotmeha 1993yan de, saet di 9:00an de ji bo kişandina wêneyan li dibistaneke seretayî ya li taxa Yeşiltepe ji cihê xwe yê kar derket. Ji wê demê ve me tu agahî jê negirtiye. Kurê min Yilmaz nêzîkî mehek beriya windabûna xwe ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Êlihê ve hatibû binçavkirin. Tevî hemû hewldanên malbatê bi saziyên fermî re, ji wê demê ve tu agahî ji Yilmaz Gumuş nehatiye wergirtin. Em dizanin ku bêdengî tercîheke polîtîk e ku kesên mirov windakirine cesaret dike; em ê bêdeng nemînin. Em ê di lêgerîna xwe ya edalet û rastiyê de israr bikin.”

Aqûmeta Feysel Aslan pirsîn

Xizmên windayan li Kolana Hunerê ya navçeya Gever ya Colemêrgê bi wêneyên xizmên xwe yên winda û pankarta bi nivîsa “Bila winda bên dîtin, kiryar bidin darizandin” kom bûn û li aqûbeta Feysel Aslan ku di sala 1994an de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin bipirsin. Rêveberê ÎHDê Tayyup Canan li ser vê mijarê daxuyaniyek da: “Bêçalakiya qanûnî ya berdewam a li ser binpêkirinên mafê jiyanê baweriya welatiyan bi dewleta hiqûqê kêm dike. Wekî parêzvanên mafên mirovan, em ê bi her awayî li dijî têgeha ‘kuştinên kiryarnediyar ku hatiye avakirin’ bisekinin.”