Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek bajaran daxuyanî da û bertek nîşanî taloqkirina tehliyeya girtiyan ji hêla Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ve da. Komîsyona Girtîgehên Navendî ya ÎHD’ê têkildarî girtiyên tehliyeya wan ji hêla Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê ve hatine astengkirin, li Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Pankarta “Bila lijneyên rêveberî û çavdêriyê yên tehliyeya girtiyan taloq dikin bên betalkirin” hatibû vekirin.
‘Dozger serokatiya lijneyê dide’
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazici di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku lijneya behsa xeberê her 6 mehan carekê derheqê girtiyan de nirxandina “başhalî”yê dike û wiha domand: “Li gorî fikraya sêyemîn a xala 89’an a Qanûna Hejmar 5275’ê, serdozgerê komarê yan jî dozgerekê ji hêla wî ve hatiye destnîşankirin dikare serokatiya lijneyê bike. Di vê lijneyê de midûrê saziyê, midûrê duyemîn ê ji çavdêrî û dabeşkirinê berpirsyar, karmendê îdareyê, bijîşkê girtîgehê, psîkiyatrîst, psîkologek û personeleke li servîsa alîkariya psiko-sosyalê, mamoste, serkarmendê girtîgehê û peywirdarekê ji hêla midûrê saziyê ve hatiye hilbijartin cih digirin.”
‘Rêzikname li dijî destûra bingehîne’
Yazici, diyar kir ku rêzikname ji sala 2021’an ve kete meriyetê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev lijneye hem li dijî Destûra Bingehîn û hem jî li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ne. Navenda Giştî ya ÎHD’ê di 12’ê kanûna sala 2020’an de ji bo betalkirina ‘Rêziknameya têkildarî Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Nirxandina Girtiyan de’ serî li Dadgeha Bilind da. Lê belê heta niha jî derheqê vê dozê de tu biryar nehatine dayîn.”
‘Berdana 313 girtiyan hate astengkirin’
Bi domdarî Yazici got ku girtiyên tehliyeya wan hatiye taloqkirin, parêzer û malbatên wan ji ber biryarên Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê gelek serlêdan kirine û ev tişt anî ziman: “Weke ÎHD’ê bi qasî me tespît kirine, ji destpêka sala 2021’an ku rêzikname ketibû meriyetê heta niha herî kêm tehliyeya 313 girtiyan hatiye taloqkirin. Tehliyeya van girtiyan ne tenê carekê lê gelek caran di navbera 6 û 3 mehan de hatine taloqkirin. Heta tehliyeyên hinek girtiyên dikevin nava koma girtiyan hêj tê astengkirin. Her wiha bi qasî ku me tespît kiriye, ji van girtiyan 48 jê piştî ku tehliyeya wan gelek caran hatiye dirêjkirin hatine berdan. Ji van girtiyên tehliyeya wan hatiye astengkirin 88 jê girtiyên nexweş in û di lîsteya me ya girtiyên nexweş de cih digirin. Ji van girtiyên nexweş 42 jê nexweşiyên wan giran in. Girtiyê nexweş Hayrettîn Yilmaz ku sala ewil a sepandina rêziknameyê de tehliyeya wî hatibû astengkirin, ji ber nexweşiyên xwe li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.”
‘Bila ev qanûn were betalkirin’
Têkildarî mijarê şaxên ÎHD’ê yên Amed, Wan, Stenbol, Êlih, Dêrsim, Colemêrg, Riha, Şirnex, Mêrsîn, Mêrdîn, Edene, Antalya, Îskenderûn û Îzmîrê jî li avahiyên xwe daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat gotin ku bi taloqkirina tehliyeya girtiyên nexweş re mafê hêviyê ji holê tê rakirin û bandoreke neyînî li malbatan tê kirin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Bila Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê yên ku azadiya girtiyan asteng dike bên betalkirin û girtiyên ku şertên wan ên berdana bi kontrola edlî ava bûne tavilê bên berdan.”