17 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD: Girtiyê nexweş tavilê berdin

ÎHDê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî da. ÎHDê, diyar kir ku 10emîn Pakêta Darazê daxwazên wan bicih ne aniye û xwest girtiyên nexweş tavilê bên berdan. 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê têkildarî 10emîn Pakêta Darazê li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî da. Gelek parastvanên mafan tev li bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên girtiyên nexweş û pankarta “Qanûneke li gorî rêgezên wekheviyê a niha” hate hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji hêla endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHDa Stenbolê Hasan Yavîç ve hat xwendin.

Yavîç, da zanîn ku gelek girtiyên nexweş hene û tedawiya wan tê astengkirin. Yavîç, got: “Bi sala ye pirsgirêka girtiyê nexweş nayê çareserkirin. Piştî banga 27ê Sibatê pêvajoyeke ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dest pê kir. Piştî vê pêvajoyê, hêviya civakê ew e ku di mijara girtiyên nexweş de sererastkirinên adilane û însanî bên kirin. Lêbelê 10’emîn Paketa Darazê ji van hêviyan re nebû bersiv. Qanûna behsa xeberê, nîşan dide ku polîtîkaya înfazê ya cihêkar û li dijî rêgeza wekheviyê didome.”

Bi domdarî Yavîç anî ziman ku sererastkirina heyî li dijî rêgeza “wekheviyê” ye û got: “Dîsa biryara têkildarî girtiyên nexweş girêdayî raporên ATKê kirin ku ATK tehliyeyan bi kêfî asteng dike. Divê binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên nexweş bên bidawîkirin û pergala înfazê adilane, wekhevîparêz û ji bo mafên mirovan rêzgir be. Weke ÎHD em vê qanûnê qebûl nakin. Banga me ji bo hemû partiyên siyasî ew e ku zextê bikin da ku rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn û peymanên mafên mirovan ên navneteweyî bên cîbicîkirin.”

Hevseroka Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn jî destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş bêyî hewcehî bi qanûneke nû were dîtin tavilê bên berdan û got: “Ez çûm serdana Fatma Tokmak a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Hefteyek berê anjiyo bû û derîçeyê dilê wê çiriyaye. Em Sirri Sureyya Onder bînin bîra xwe bê ev nexweşî çiqas xetere ye. Bijîşk jê re gotiye ‘divê tu tavilê emeliyat bibî.’ Her wiha Hatîce Yildiz heye ku 75 salî ye. Tenê ji ber ku ji keça xwe û hevala wê re pere şandiye hatiye girtin. Li gorî daneyên me, hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Em dixwazin ev girtî bêyî şert tavilê bên berdan.”