Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 12ê Gulanê de encamnameya 12mîn kongreya xwe aşkere kir. PKKê diyar kir ku wan xwe fesix kiriye. Vê biryara PKKê li Kurdistan, Tirkiyê û gelek welatên cîhanê gavek dîrokî hat dîtin. Nûner û saziyan xwest pirsgirêka Kurd êdî bi rêya aştî û demokrasiyê bê çareserkirin. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê têkildarî geşêdanên li ser pêvajoyê li avahiya xwe ya li Amedê daxuyanî da. Serokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz, endam û rêveberên ÎHD û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
Serokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz daxuyanî da. Ercan Yilmaz diyar kir ku li ser erdnîgariya kevnar, şer 40 sal in didome û wiha axivî: “Şer hem binpêkirinên mafên mirovan zêde dike, hem jî ji bo nifşên nû travmayeke civakî zêde dike. Têkçûna çandî û jiyana hevbeş û kûrkirina bêweriyê pêşxistiye. 3 meh berê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Bang li rêxistina xwe kir ku xwe ji fesix bike ev jî hêviyek dawîkirina şer derxist holê. PKKê jî bersiv da bangê û xwe fesix kir.”
‘Ev barê her kesî ye’
Ercan Yilmaz da zanîn ku divê tevahiye beşên civakê bê şert û merc piştgiriyê bidin pêvahoyê û wiha pêde çû: “Ev 40 sal in şer berdewam dike. Lê çareserkerina vê ne tenê li ser milê gelê Kurd e. Ev bar milê tavahiya kesên di Tirkiyeyê de dijîn e. Gelê Kurd ji avakirina komare re vir ve rastî înkar, kuştin û koçberiya zorê hatiye. Divê dewlet hemû binpêkirina mafê Gelê Kurd qebûl bike. Ev gav pêşxistina pêvajoyê ye. Ev tiştên ku Gelê Kurd rû bi rû ma ne pirsgirêka Kurd derxist holê.”
Ercan Yilmaz herî dawî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê ev êşen hatine kişandin re dewlet rû bi rû bimîne. Hem gelê Kurd hem jî gelê Tirk divê heqîqat, rastiya bizanibe. Gavên ku hatine avêtin gelek giring in. Divê em ji bîr nekin ku em ji bo aştiyê bi hêz nebin, dê sibê dîsa gel jiyana xwe dest bide. Êdî dem ne dema rawestandinê ye. Divê gavên şênber bên avêtin. Divê tevahiya beşên civakê li pêvajoyê xwedî derkevin. Aştî mafê me ye.”