1 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

IFJ: Di sala 2025an de 128 rojnamevan hatine kuştin

Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan da zanîn ku di sala 2025an de li seranserê cîhanê 128 rojnamevan hatine kuştin û 533 rojnamevan jî girtî ne.

Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan (IFJ) di serê sala nû de zextên li ser rojnamegeran raporek aşkera kir. IFJê di raporê de got ku di sala 2025an de li seranserê cîhanê 128 rojnamevan hatine kuştin û zêdetirê van rojnamevanan li Rojhilata Navîn hatine kuştin. Li gorî IFJê hejmara rojnamegerên hatine kuştin îsal ji yên par zêdetir e.

Sekreterê Giştî yê Federasyonê Anthony Bellanger ji AFPê re got, ev hejmar “hişyariyeke sor a gerdûnî ye” û anî ziman ku hedefgirtina rojnamevanan destnîşan dike ku her diçe xebata rojnamegeriyê xetertir dibe.

Antony Bellanger ji ber rewşa li Filistînê fikarên xwe nîşan da. Di fikarên xwe de got ku li Filistînê di salekê de 56 rojnamevan hatine kuştin. Antony Belanger bal kişand ser bêcezatiyê û wiha got: “Nebûna edaletê dubarebûna sûcên li dijî rojnamevanan teşwîq dike.” IFJê destnîşan kir ku li seranserî cîhanê 533 rojnamvan girtî ne, ji çaryeka wan zêdetir li Çîn û Hong Kongê ne.

Rojnamevanên Bêsînor jî diyar kir ku di sala 2025an de 67 rojnamevanan hatine kuştin. Li gorî daxuyaniya UNESCOyê jî di sala 2025an de 93 rojnamevan hatine kuştin.