Federasyona Navneteweyî ya Rojnamegeran (IFJ) ragihand ku sala 2025an, 128 Rojnameger li seranserê cîhanê hatine kuştin û zêdetirî nîvê wan li Rojhilata Navîn in. Federasyonê diyar kir ku ev hejmar li gorî ya par zêde ye. Sekreterê giştî yê IFJê Anthony Bellanger ji AFPê re got, ev hejmar “hişyariyek sor a gerdûnî” ye û anî ziman ku hedefgirtina rojnamegeran a zêde nîşan dide ku hawirdora xebatên rojnamegeriyê xetere ye.
Anthony Bellanger fikarên xwe ji ber rewşa li Filistînê nîşan da û da zanîn ku li Filistînê di salekê tenê de 56 Rojnameger hatine kuştin. Anthony Bellanger bêcezatiya berdewam şermezar kir û hişyarî da ku nebûna edaletê dubarebûna sûcên li dijî Rojnamegeran teşwîq dike. Federasyonê destnîşan kir ku li seranserê cîhanê 533 rojnamvan girtî ne, ji çaryeka wan zêdetir li Çîn û Hong Kongê ne.
Rojnamegerên Bêsînor hejmara kuştiyan jî diyar kir ku sala 2025an, 67 rojnamegeran hatine kuştin û Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya Perwerdehî, Zanist û Çandê (UNESCO) daxuyand ku di heman salê de 93 rojnameger hatine kuştin.
Îranê hezar û 500 mirov darve kirin
Li gorî daneyên rêxistina civakî ya bi navê Mafên Mirovan a Îranê (Iran Human Rights-IHR), li Îranê di tevahiya sala 2025an de, hezar û 500 kes hatine darvekirin. Dîrektorê IHRê Mehmûd Emîrî Muxedam ku navenda saziyê li Norwecê ye, daxuyaniyek da AFPê û got: “Tişta ku em bi awayekî teqez dizanin ew e ku hejmara darvekirinan ji hezar û 500î derbas bûye. Ev rekorek e. Ji dawiya salên 1980yî vir ve, zêdetirî 35 sal, hejmara herî bilind ev e.”
Mehmûd Emîrî her wiha diyar kir ku hê jî bi sedan bûyerên darvekirinê hene ku nehatine piştraskirin û anî ziman ku dibe hejmara rastîn gelekî ji ya hatî aşkerekirin zêdetir be.
