8 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

IFJ: Bila berpirs hebasê kuştina rojnamegeran bidin

Sekreterê IFJê Anthony Bellanger qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û got: "Rojnamevan bi awayekî qestî ji aliyê balafirên bêmirov ve hatine hedefgirtin. Em dixwazin kesên berpirs hesabê vê yekê bidin."

Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) ku li 146 welatan bi 190 saziyan nûnertiya zêdetirî 600 hezar rojnamevanan dike, têkildarî qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn daxuyaniyek da. Sekreterê Giştî yê IFJ’ê Anthony Bellanger got: ‘’Her du rojnamevanên hêja têkildarî rewşa bakurê Sûriyeyê kar dikirin. Dema li ser karê xwe ji aliyê balafirên bêmirov ve bi awayekî qestî hatine hedefgirtin ku ev yek tiştekî gelekî ecêb e. Em vê êrîşa li dijî hempîşeyên xwe şermezar dikin ku dixwazin berpirsên vê yekê hesabê bidin.’’

CPJ: Divê her tim rojnameger bên parastin

Komîteya Parastina Rojnamegeran (Committee to Protect Journalists-CPJ), têkildarî kuştina rojnameger Cihan Bilgin û Nazim Daştan daxuyanî da. CPJê anî ziman ku ew ji kuştina rojnamegeran a bi SÎHAyên Tirkiyeyê bi fikar in û wiha got: “Rojnameger sivîl in. Divê her tim bên parastin. Divê nûnerên parastinê yên Tirkiyeyê der barê kuştina Cihan Bilgin û Nazim Daştan bên darizandin û hesab ji wan bê pirsin.
CPJê da zanîn ku wan xwe gîhandiye Rojnameger Ekrem Bereket û Bereket diyar kiriye ku tevî ku li ser maşîneya wan Çameni nivîsandiye jî dîsa êrîşî maşînê kirine.

Rêxistinên rojnamegeran kuştina rojnamegeran şermezar kir

Rêxistinên çapemeniyê û saziyên civakî yên wekî PEN International, Dakok, Kongra Star û ROJIN daxuyanîdan û kuştina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kirin.
PEN Internationalê têkildarî rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin bi êrişa SÎHAyan hatin kuştin, peyamek parve kir û qetilkirina rojnamevanan şermezar kir.
Rêxistina Dakok derbarê êrîşê de li dijî xebatkarên çapemeniya azad ku di encamê de rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn bi tundî şermezar kir.
Koordînasyona Kongra Star li Lubnanê diyar kir ku hedefgirtina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji aliyê dewleta Tirk ve binpêkirina çapemeniya azad û mafên mirovane. Koordînasyonê der barê mijarê de diyar kir ku hedefgirtina bênavber a rojnamevanan hedefgirtina dengê heqîqetê û hedefgirtina kesên sûcên wan aşkera dikin.

Yekîtiya Rojnamevanên Jin a Kurdistanê (ROJIN) têkildarî rojnamevanên hatine qetilkirin, daxuyanî da û wiha got: “Rojnamevan Nazim Daştan û nûçegihana ANHAyê Cîhan Bîlgîn ên ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di êrişa balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Em êrişên dewleta Tirk yên li hemberî rojnamevanan, şermezar dikin û em radigînin ku emê bibin şopdarên heqîqetê.